Başlangıç / Genel / Beyana Barzanî li ser Iraqê û kurdan

Beyana Barzanî li ser Iraqê û kurdan

Çend gotinekên pêwist ji bo raya giştî di derbarê rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê de

 

Ez pêwist dizanim bi mebesta xuyakirina rastiyan û tîşkxistina ser krîza navbera Herêma Kurdistanê û Bexdadê û bibîrxistina sebebên pirsgirêkan, nivîseke wiha raxim ber çavên gelê me yê delal.

Kurd pêkhateke serekî ya Iraqê ye û piştî prosesa azadiyê beşdariyeka wê ya karîgerî di bingehdanîna Iraqa nû de hebûye. Destûra nû ya Iraqê û karpêkirin take zimanê bihevrejiyana pêkhateyên Iraqê ye. Me hewl daye em di çarçoveya vê destûrê de erk û mafên xwe pêk bînin, lê kesin hene ku piştî pêgeha xwe xurt kirine, xwe ji vê pabendbûna destûrê vedişêrin û kar ji bo qorixkirina zêdetir desthilatê dikin.

Hinek car li herêmê behsa van awa krîzan tê kirin ku wekî sebebê wê “astenga şexsî ya navbera min û Malikî” be. Tu astengeke min a şexsî bi birêz Malikî û tu kesekî din yê di nav krizê de tune. Malikî bi salan li Kurdistanê maye û xwe wekî dostakî nîşan daye. Ew dostekî min ê nêzîk jî bû, bi berdewamî peywendiyên me hebûn û min hewil daye pirsgirikên pê re bi têgihiştina ji hevdu bên çareserkirin. Lê ew pabendê tu sozekê nebûye, takrewî bi babetan re hereket kiriye û dike. Ez wî wextî ji Malikî bêhêvî bûm ku di sala 2008an de artêşa Iraqê bi tank û zirhpoşan ve ji bo rûbirûna pêşmergeyan şandin derûdora Xaneqînê.

Astenga me bi wê eqlîyetê re ye ku di ciyê zimanê diyalogê de baweriya wî bi bikaranîna hêza çek heye, tirsa min ne ji niha ye, ji bo salên pêşiya me ye ku eger hat ev eqlîyeta han ber bi vê arasteyê ve jê re li hev bê û xwedî hêz be, dê astengên mezin ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê derxe.

Li gor ev desthilat û berpirsiyariya destûrî li ser milê me ye, îsal ku ev helwêsta me li hember vê aqliyetê meşand, tu astengek a wekî behsa wan tê kirin, di navbera me de durust nekir, tenê behs û meseleyên astengan derêxistin ku ev bi salan e hene û wekî pêwist helwêst li hember nehatibûn wergirtin. Çendîn sal in soza bicihkirina naveroka destûrê û pirsên hilawêstî tê dayîn, lê gaveke ciddî û ciyê hêviyê nehatiye avêtin. Ne ji bo Maddeya 140 di pratîkê de gavek hat avêtin, ne babetên budce û pêdawistiyên pêşmerge hatin bicihkirin, ne ji bo muswedeya qanûna petrol û gazê xebatek hat kirin. Di nav artêşa Iraqê de jî dijîtiya berpirs û zabitên kurd hat kirin û hewlê durxistina wan hat dayîn. Piştî Lihevhatina Hewlêrê jî bi berdewamî xwe ji bicihkirina naveroka lihevhatinê veşart, ji ber vê konsepta şirîkatiya rastîn di hukumraniyê de gelek bêreng bû û ya hatiye dîtin tenê pawanxwazî (monopolxwazî) û vegera ser eqlîyeta dîtatoriyê bûye.

Piştî van hemû sozan babeta nivîsandina peyrewa hindurî ya Encumenê û wezîran hatine piştguh kirin û yên dihatin dîtin tenê desthilata reha ya Malikî ya di hemû warên îdarî, ewlekarî, eskerî û aborî de bû. Ev jî binpêkirina konsepta destûra sîstema hukumranî ya Iraqê ye. Ji ber ku li gor destûrê serokê hukumetê, serokê Encumena Wezîran e ne serokê wezîran e. Di navbera van herdu navûnîşanan de jî cihêtiyeke gelek mezin heye, li gor wê serokê encumena wezîran siyaseta pêkhateya encumenê û wezîran peyrew dike û nikare takerewî gav bavêje.

Budceya pêşmerge bi salan e hatiye qebulkirin, lê rêgiriya wê bi gihiştina Herêma Kurdistanê tê kirin û ev jî dest bi serdegirtineke eşkere ya para herêmê ya di samanê niştimanî de ye. Ji ber ku ew budce wekî xerceke zêde ji beşa herêm tê birîn. Beriya niha herêm û Bexdad bi amadebûna amerikiyan li hev hatin, ku pêşmerge wekî beşek ji sîstema bergêrî ya Iraqê hemû pêdawistiyên wê jê re bên temîn kirin û ji budceya di warê bergirîya Iraqê piştgiriya darayî lê bê kirin. Li ser vê bingehê jî çek û pêdawistî ji bo pêşmerge hat temînkirin, lê ev çend sal in di qonaxên eskerî yên (tacî) de dest danîne ser û rêya gihiştina ber destê pêşmerge lê digrin.

Di warê miameleya bi faila astenga petrolê de jî demeke dirêj e çi di astê hindur ê Kurdistanê û çi jî li Bexdadê li ser tê axavtin. Giring e hemû alî bizanin ku ev çend sal in em daxwaz dikin komîteke şareza û bêteref a ji bo pêdaçûna hemû failên (dosyeyên) taybetî yên warê petrolê li herêmê û Iraqê bike û hemû dayîna milekî ya destûrî û kilûkêmasiyan bidin nîşan. Lê ew xwe ji vê babetê vedişêrin, her carê radigihînin ku komîteyek pêk anîne û pişt re bêdeng dibin, ev ne xwe jê veşartine? Gelo ev hawara han a ser petrola Herêma Kurdistanê, ne bi mebesta şaş enformekirina raya giştî ye ku heta awirek li muameleya wezareta petrolê ya Bexdadê bi faila petrolê li Iraqê bi giştî neyê dayîn?

Bêhna me fireh bûye û me bi berdewamî daxwaz kiriye ku aliyên Iraqê û Kurdistanê bi danûsitandin û vegera ser destûrê astengan çareser bikin. Em bi berdewamî çaverêya çareseriyeke iraqîyane bûne û em deriyê danûsitandinê bi hîç aliyekî ku baweriya wê bi danûsitandinê hebûye, negirtiye, lê eger çareseriya iraqîyane di meydanê de nebe û em bizanin riayeta destûrê nayê kirin, wî wextî em serî li çareseriya kurdistanî didin,em vedigerin ji bo ray û xwesteka gelê Kurdistanê. Peyama min a di Cejna Newroza îsal de jî her ev bû.

Li ser vê bû ku pişt re civînên aliyên Iraqê encam dan ku çareseriyek ji bo astengan peyda bikin. Bi taybetî daxwaz ji Hevpeymana Niştimanî hat kirin ku ji bo Malikî vegere ser destûrê bixebitin û ew lihevhatinên di navbera hemû aliyên nav prosesa siyasî hatin imza kirin.

Babeta wergirtina bawerî ji Malikî di nav helwestên cihê cihê de axavtinên zêde li ser hat kirin. Li gor hinekan, ev projeya min bûye, lê rastiya wê ne wiha ye, ew projeya kesên din bû, ne ya min. Pêşniyarên min ên din yên ew rêya Malikî li ser dimeşiya hebûn. Min pêşniyar kiribû ku çaksazî di bingehê siyaseta hukumranî ya Iraqê de bê kirin û bingehê demokrasî û yekûdu qebulkirinê bên xurt kirin. Ji ber ku esasê pirsgirêkan ev e. Lê piştî hêzên siyasî yên din bi amadebûna birêz serokkomar berhev bûn, babeta bawerî wergirtinê bi daxwaza amadebûyên rûniştinê û ya min jî, piştgiriya vê berheviya dengan kir, rêyek din tunebû. Ji ber ku rastiyên tecrubeyên borî û cibicînekirina lihevhatinan û pabendnebûna bi destûrê, deriyê hêviya bi Malikî daxistibû.

Ez ji vê helwestê xwe ne poşman im û min erkê li ser milê xwe bicih kiriye. Mixabin li nav herêmê ev babeta hestyar daxwaza babeta şexsî, dijîtî û muzayedatê siyasî kir, vê jî karekî ne rewa ya li hemberê maf û daxwazên gelê me bû û zerar li nav mala Kurdistanê û pêgeya wê ya di Iraqê de hebû. Min erkê li ser milê xwe zanî, ez vê helwêstê xwe bidim diyarkirin û hişyariya wê bidim ku ya îro li Bexdadê kar jê re tê kirin, di dahatiyeke nêzîk de tirseke mezin a ji bo hemû aliyan jê sadir dibe, min babetê raxist li ber çavan ku hemû alî bi erkê ser milê xwe rabin.

Niha jî herkes di wê baweriyê de ye, ku dikare pirsgirikên hilawêstî bi Malikî re bên çareserkirin, rê li pêşiya wî vekiriye û ez amade me li gor desthilata xwe failên van astengan radest bikim. Kî dikare bê û sîstema demokrasî û hukumraniyê li Iraqê têke li ser rêya rast û dest ji monopolî û qurixkariyê berde bila gav bavêje.

Min bi kurtî xwestiye ez parêzerî bi mafên destûrî yên kurdan bikim û di eynî wextî de jî bergêrî li sîstema demokrasî li Iraqê bikim. Min xwestiye ez vê bêjim, ger rewş bi vî awayî bidome, piştî çend salên din tehdîdên mezin dê bên li ser mafên kurdan û ev bi hemû prosesa siyasî li Iraqê dê ji dest bibe.

Dibê hemû alî bizanin ku pirsgirêk tenê pêwist bi herêmê nîn e, pirsgirêk rewşa hemû Iraqê ye. Em beşdarê avabûna Iraqa nû bûn û me jê re qurbaniyan da. Em xêr û xweşîya hemû gelê Iraqê dixwazin. Daxwaza me jiyaneke şayiste ji bo hemû pêkhateyên Iraqê ye. Lê kesên ku li Bexdadê biryar di destê wan de ye, daxwazên gelên Iraqê piştguh kirine û bi berdewamî krîzan durust dikin ku perde li ser kil û kêmasiyan de bikêşin. Li gor hemû pêwerên hukumetê li Bexdadê, di xizmetkirina hevwelatiyan de bi serkevtî nebûye. Hukumeta Iraqê di van salan de zêdetirî nîv trîlyon dolar li ber destan bûye, çi bi vê serwet û samanê hat? Ji gelên Iraqê bipirsin, ka ava kirin, ka xizmetguzarî? Zêdetirî ji 20 milyar dolar tenê ji bo elektrîk hatibû amadekirin, belê ka encamên wê? Bila hukumeta Iraqê xwe bi xizmeta hevwelatiyan mijûl bike, ne bi berdewamî asteng ji herêmê yan milên siyasî yên din re durust bike.

Di vî welatê dewlemend de hevwelatî şayisteyê jyaneke baştir û xizmeteke zêdetir in, lê hêşta desthilat li Bexdadê di temînkirina kêmtirîn xizmetguzariyê de bi serkevtî nebûye, lê çi heye di ciyê bi lez kirin biberbipêşvebirina xizmetguzarî, lez bi xwe çekkirin dike, ji bo ku tehdîd û fişara xwe ya eskerî bidin domandin.

Ez dixwazim li vir ji hilgirê vê eqlîyetê re bêjim ku ew serdem derbas bûye ku bîr lê bikin careke din hêzên eskerî û ewlekarî û polêsan bînin û bi ser gelê me de bisepînin. Em rê radin Iraq paşve vegere û berjewendiyên gelê Kurdistanê û gelên din ên Iraqê bikin qurbana hîç ajandayeke herêmî yan xwesteka teng ya şexsî.

Di herêmê de guherînin mezin çêbûne û guherînin zêdetir jî di rê de ne, em di eynî wextî de piştivaniya bi serkevtina îradeya gelên navçeyê dikin, cardin di van şert û mercên hestiyar de em dixwazin yekrêziya nav mala kurd biparêzên.

Bila hemû aliyên berjewendiyên bilind ên gel û niştiman, bi ser berjewendiyên teng bên girtin. Ev krîza li Iraqê û navçeyê de hene, wasiteya muzayedeya siyasî û bikaranîna li dijî hevûdu nîn in. Çi karek wiha li ser dahatiya kurd û Kurdistanê li derverekê de tirs jê bê kirin.. Vê rewşê berpirsiyariyeke mezin a dîrokî kiriye li ser milê hemû aliyan.

Ez hest bi berpirsiyartiya xwe dikim li hember parastina berjewendiyên Kurditanê, Iraqê û prosesa demokrasiyê, her wiha ez xwe parêzerê azadî û menfeetên hevwelatiyên Kurdistanê dizanim û ez şanazî bi vî erkê xwe dikim û ez hêvdar im hûn hemû bi hev re hêz û imkanên xwe têkin nav gerr, ji bo gihandina neteweyê me bi aramî, aştî, azadî û jiyaneke şayiste û gelek serbilindî.

Mesud Barzanî

Netkurd

İlginizi Çekebilir

ABD Cumhuriyetçi Parti Üst Düzey Yetkilisi: Bağımsız Kürdistan zamanı

Rûdaw TV’ye değerlendirmelerde bulunan ABD Cumhuriyetçi Parti üst düzey yetkilisi John R. Bolton, “Kürdler’e özgürlük istiyoruz ancak …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir