Başlangıç / Sürmanşet / Çapemenî Azad e?

Çapemenî Azad e?

Li Tirkiyeyê roj tune ku em rastî nûçeyên asteng kirina çapemeniyê neyin. Li kîjan nûçeyê dinêrî di derheqê asteng kirina çapemeniyê de agahiyek dixwînî,dibînî an dibihîzî. Çapemenî ji bo “venêhirtina giştî” mekanizmayek gelek girîng e. Ji ber vî yekê pêvîst e, ku bi tu dezgehê ve girêdayî nebe. Rayedarên Tirk di derheqî vî mijarê de dibêjin: “ Li welatê me, li Tirkiyeyê di mijara azad bûna çapemeniyê de tu asteng û sînor kirin tune ye. Ew 17 kesên ku hatine girtin ji bo çalakiyên rojnamegeriyê nîne.” Lê rastî ne wisa ye. Rastiya çapemeniya Tirkiyeyê ez ê li gor çend raporan binirxînim.

“Rojnamegerên Sînor Nas Nakin” (RSF), rapora di derheqê çapemeniyê de, a sala 2016 an, li Washîngtonê daxuyandin. Di raporê de 180 dewlet hate nirxandin. Li gor raporê, Tirkiye di rêza 151 an de ye û ji bo çalakî û xebatên rojnamegeriyê de jî, di nav welatên talûke de cîh girtiye. Di raporê de, “ Tevliheviyên li Tirkiyeyê, ku dibe sedema paşveçûyinê, şerê Sûriyeyê û destpêkirina pevçûnên ku bi PKK’yê re tên kirin e. Mezinbûna rêvebirina otorîter ê Serokkomarê Tirkiyeyê û paranoyên ku rêveberê tirk didine nîşan, bû sedema dûbendiya nav du gelan û rewşa ku derizîbû, kûrtir kir.”

Projeya “Ji Bo Çapemeniyê Azadî” (ÖİB), lîsteya rojnamegerên ku di girtîgehan de ne rave kir. Li gor lîsteyê di girtîgehê de 31 rojnameger girtî ne û her ku diçe jimara rojnamegerên tê girtin zêde dibe. —Di salek de rojnamegerên ku hatine girtin derketiye çar qatan. —Di 2014 an de rojnamegerên ku lêpirsîn lê hatiye kirin 88 kes in, 2015 an de ev jimar dibe 119 kes. —Rojnamegerên ku doz lê vedibe 2014 an de 77 kes in, 2015 an de dibe 157 kes. —Sala berê 10 rojnameger cezayê hepsê girt. Îsal ev jimar bûye 13 kes. —Rojnamegerên ku hatine girtin 2014 an de 4 kes, 2015 an de bûye 16 kes. Astengên ragihaniyê roj bi roj zêde dibe. Di rapora “Ji Bo Çapemeniyê Azadî” de, xalekî girîng jî, ‘helwestekî astengî’ li hember facebook, youtube, twitterê de ye. Li gor raporê, 2012 an de 15 hezar 92, 2013 an de 42 hezar 686, 2014 an de 66 hezar , 2015 an de 103 hezar 887 caran hatine asteng kirin.

Komela Rojnamegerên Hemdem (ÇGD), rapora xwe yê çapemeniyê weşand. Şaxa Enqereyê a ÇGD’yê, raporên xwe yên 2016 an, ên sê mehan daxûyandin. Di raporê de îhlalên ku di çapemeniyê de pêk hatine, ên mehên Çile, Sibat û Adarê cîh girtin. Îhlalên çapemeniyê ên sê mehên 2016 an (Çile, Sibat û Adar) wiha hatiye bi rêz kirin:

— Rojnamegerekî ji hêla polêsek ve hate birîndar kirin. — Polêsan êrişê 4 rojnamegeran kirin. —4 rojnamegeran cezayê hepsê xwar. Tevahiyên cezayan hatiye dayîn, ên ‘teror û heqaretê’ 54 sal û 11 heyv e. — 3 rojnamegerên biyan û bi tevahî 20 rojnameger hatine bin çav kirin. — 4 rojnameger hatine girtin. — 6 rojnameger ji ber giliyan, li qereqol û emniyetê îfade dan. — rojnamegerekî biyan hate dersînor kirin. — piştî 6 bûyerên civakî biryara qedexebûna weşanê hat dayîn. — ji bo rojnameyek, kovarek û 3 pirtûkan ber hev kirin û qedexebûna belavkirinê hat dayîn. — 723 xebatkarên çapemeniyê ji karê xwe hatine bi dûr xistin…

Îro li Tirkiyeyê sansûr û oto sansûr bûye tiştekî ji rêzê. Rojnameger, ji ber sedemên berhewa ji karên xwe tên derxistin. Çalakiyên herî piçûk bi zext û zilma polêsan re rû bi rû dimîne. Mijarên ku di rojeva welat de cîhên girîng digirin, tên qedexe kirin.

Bila neyê ji bîr kirin ku armanca çapemeniyê li her derê, di her qadê de rexnekirina politikayên çewt e û gotina rastî ye. Zext û zordariya li hember fikr û ramanên mirovan, sînorkirina hizran ne li gor mirovahiyê ye. Ji ber van sedeman em li hember heqaret, zext, sînorkirina jiyana mirovan e. Tu mafê kesî nîne ku mirovan ji fikr û ji ramanan dûr bixe…

 

İlginizi Çekebilir

Hurşit Külter’den açıklama

Hurşit Külter, halkın yoğun tepkisinden dolayı kendisinin gözaltında infaz edilmediğini söyledi 27 Mayıs 2016’dan bu …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir