Başlangıç / Kurdî / CHPê tiştek sosret got: “Dixwazin penaberên Sûrî li dijî PKKê bidin şerkirin!”

CHPê tiştek sosret got: “Dixwazin penaberên Sûrî li dijî PKKê bidin şerkirin!”

Elewiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî bicîhkirina penaberên ereb ên Sûriyê li nav elewiyan de, nerazîbûn nîşan dan. Ew dibêjin ev pilana dewletê, berdewamiya “komkujiya elewiyan” e. Parlamenterekî CHPê jî dibêje, tirsa wê heye penaberên Sûrî tevlî hilbijartinan bikin yan jî li dijî PKKê bidin şerkirin!

 

Di çarçoveya rêkeftina Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de, li beramberî 3 milyar Euro û hinek şertên din, bi sed hezaran koçberên ku bi qaçaxî ji Tirkiyê derbasî Ewropa bibûn, dîsa bo Tirkiyê tên vegerandin.

 

Çend roj berê qefleya yekem a koçberan gihîşt Tirkiyê û hinek ji li parêzgeha Mereşê hatin bicîhkirin. Li navçeyên Bazarcix û Îmamaşîrfiroş ên Mereşê, li nav kurdên Elewî de bicîhkirina koçberên Sûriyê rastî bertekan tê. Hinek komele û rêxistinên Elewî bicîhkirina koçberên Erebên sunnî, wekî berdewamiya Komkujiya Mereşê ya 1978 dibînin.

 

Rêveberê Komeleya Pîr Siltan Evdal, Îbrahîm Sarikaya derheqê vê mijarê de axivî û got: “Niha koçberan tînin li Mereşê li nav Elewiyan de bi cîh dikin. Ev yek me dixe nav xof û fikaran. Çawa ku di Komkujiya Mereşê de (1978) bi destê nijadperestan Elewî kuştin, dixwazin vê fîlmê dubare bilîzin. Ev hewla bicîhkirina koçberan jî berdewamiya wê fîlmê ye.”

 

Îbrahîm Sarikaya diyar kir ku ew bawer nakin penaberên han Sûrî bin û wiha axivî: “Çima koçberan nabin li bajarê Rîzeyê bi cîh nakin. Li Dêrsîmê, li Zîlan di dîrokê de çendîn komkujî hatiye serê me. Dixwazin dîsa gelê me qir bikin. Dibêjin evana Sûrî ne, lê em bawer nakin. Vana DAIŞî ne. Em naxwazin ev DAIŞiyana li nav me werin bicihkirin.”

 

Akademîsyen û hîndekarên Elewî jî daxwaz ji rêveberiya Tirkiyê dikin ku tirs û hestiyariyên Elewiyan ên dîrokî, komkujiyên ku hatine serê wan li ber çav bigirin. Tirsa sereke jî komkujî, mişextî û guhertina demokrafiyê ye.

 

Akademîsyinê bi navê Doç. Dr. Huseyîn Çaglayan, nêrîn û nerazîbûna xwe li hember bicihkirina penaberên Sûrî li nav elewiyan de wiha ji anî ziman:

“Penaberan tînin cih û erdnîgariya Elewiyan. Elewî ji vê yekê ditirsin, xof dikin. Çavkaniya xof û tirsa wan çi ye? Di dîrokê de bi taybetî ji dema Siltan Yawuz heta niha Elewî tên qirkirin û kuştin. Dema penaberên sunî yên Ereb li deverê tên bicihkirin, lewma Elewî ditirsin. Divê dewlet û hikûmet jî vê tirs û xofa Elewiyan paşguh nekin.

 

Xelk dibêje tînin dixin vir demografiya vir diguherînin. Di salên 1980yan de Elewî hatin kuştin, tirsa wê heye. Elewî li Sêwazê hatin şewitandin, li Dêrsîmê hatin qirkirin. Ji ber van komkujiyan tirsa wan heye, ji van pêşkeftinên dawîn. Elewî dibêjin ku gelo dê dîsa werin me qir bikin, gelo dê me ji cih û warên me derbixin? Lewma divê hikûmet û dewlet van tirs û fikaran li ber çavan bigirin.

 

Elewî ditirsin, dibêjin ku gelo koçberên ku li vir tên bicihkirin, gelo Îslamiyên tundrew in, gelo DAIŞî ne, gelo alîgirên el Nûsra ne. Gelo wê van bên dîsa me bikujin û me ji welatê me dûr bixin? Di dil û mejiyê Elewiyan de ev tirsa dîrokî heye.”

 

Parlamenterê CHPê yê Dêrsîmê Gursel Erol, li ser qest û armancên dewleta Tirkiyê ji bicîhkirina penaberên Sûrî li Bakurê Kurdistanê tiştên sosret dibêje:

“Niha li Tirkiyê 3 milyon Sûriyeyî hene. Derheqê van koçberên Sûriyê de lêpirsînek yan jî tedbîrek ewlekariyê tune. Niha mezintirîn metirsî ev e ku hikûmet dixwaze van koçberên Sûriyê li rojhilat û başûrrojhilatê Anatoliyê bi cih bike. Bi hêceta terorê dibe ku dîsa li rojhilat û başûrrojhilat gund û bajar werin valakirin û piştre jî dibe ku koçberên Sûriyê li van gund û bajar û herêmên valakirî werin bicihkirin. Piştre jî bikin hemwelatî û dengdêr. Jixwe pêre li herêmê demografî, hevsengiya çandî û siyasî hemû diguhere. Li aliyê din dibe ku Hizbûllahê bi koçberan zindî bikin û bi PKKê re bidin şerkirin.”

 

rudaw

İlginizi Çekebilir

Diyarbakır’da 55 HDP ve DBP’li gözaltına alındı

Diyarbakır’da aralarında HDP ve DBP il eş başkanlarının da olduğu 55 kişinin gözaltına alındığı bildirildi. …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir