Başlangıç / Güncel / DAIŞê bi 3 wesayîtên bombekirî êriş kir: 5 kuştî û 9 birîndar

DAIŞê bi 3 wesayîtên bombekirî êriş kir: 5 kuştî û 9 birîndar

Terorîstên DAIŞê li bajarê Enbarê bi wesayîtên bombekirî êriş birin ser baregehekê milîsên Heşdî Şebî, di encamê de 5 milîsên Heşdî Şebî hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Çavkaniyekê ji Fermandariya Operasyonên parêzgeha Enbar li Iraqê ragihand ku di erîşeke terorîstên DAIŞê de ya ser baregeha milîsên Heşdî Şebî de 5 milîs hatin kuştin û 9 jî bi giranî birîndar bûn.

Wî çavkaniyê ku nexwestiye nave xwê eşkere bike ragihand ku terorîstên DAIŞê bi sê otomobîlên bombekirî êrîş birin ser kombûnekê milîsên Heşdî Şebî li navçeya Sibêhat û Rofa, di encamê de 5 milîsên Heşdî Şebî hatin kuştin 9 jî bi dijwarî birîndar bûn.

Çavkanî di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘4 otomobîlên Heşdî Şebî hatin rûxandin û navendeke ewlekarî rastî ziyanek mezin hat.’

 

sputniknews

İlginizi Çekebilir

Kayyumlar, borç batağında belediyeler devredecekler

İçişleri Bakanlığı tarafından 24’ü DBP’li 28 belediyeye kayyum atanmasına tepki gösteren DBP Batman Belediyesi Eş …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir