Başlangıç / Dünya / Esed: Em ji bo agirbestê hazir in lê…

Esed: Em ji bo agirbestê hazir in lê…

Serokê Dewleta Sûriyê Beşşar Esed mulaqatek da rojnameya El Parîs. Esed ji bo agirbesta ku Amerîka û Rusya li ser li hev kirin got: “Gava piştevanîya muxalîfan hate qutkirin em ê agirbestê îlan bikin.”

Esed got: “Em li hemberî biryara Rusya û Amerîkayê hurmetdar in. Lê gava em agirbestê îlan bikin dibe ku muxalîf ji vê îstîfade bikin û êrîşê me bikin. Loma welatên ku piştevaniya muxalîfan dikin lazim e dev ji piştevaniya wan berdin. Her wiha lazim e li ser Tirkiye û hê gelek dewletên ku muxalîfan destek dikin qedexe bê danîn da ku leşker û çekan neşînin nava Sûriyê.”

“Em li orta Helebê ne ”

Di derheqê operasyona Helebê de jî got: “Ya rast piranîya bajêr di destê me de ye. Em niha tam li orta bajêr in. Bawer im di demekê nêz de em ê temamê bajêr qontrol bikin. Piştî ku me Heleb qontrol kir tiştê herî girîng girtina rêyên di navbera Heleb û Tirkiyê de ye. Me riyên sereke girtin. Navbera muxalîf û Tirkiyê tam nehate girtin lê êdî zehmettir e. Jixwe Tirkiyê jî di van rojên dawî de ji ber vê yekê Kurdan dide ber bombeyan.”

Esed di mulaqata xwe de destnîşan kir ku Artêşa Sûriyê li 10 cepheyên cuda şer dike.

 

Çavkanî:zamankurdi

 

İlginizi Çekebilir

Ermenistan’da Kürdçe ders kitapları basıldı

Ermenistan’da yaşayan Kürd öğrenciler, yeni basılan Kürdçe ders kitaplarıyla kendi kültürlerini, ana dillerini öğrenebilecek.   …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir