Başlangıç / Kültür-Sanat / Jimara Duyem a Kovara Barê Weşiya

Jimara Duyem a Kovara Barê Weşiya

Kovara Barê bi jimara xwe ya nû derket pêşberî xwendavanên xwe.

Ji bo bêhtir agahiyan nivîsa edîtorê kovarê li jêrê ye.

_______________________

Merheba Xwendevanên Ezîz,

Va me hejmara yekem bi sax û silametî li dû xwe hişt. Me gotibû barek me heye û ji roja yekem vir ve gelek kes û mes gotin ka em jî mil bidinê. Vê eleqeya ha em gelek kêfxweş kirin. Mala te û ya wan 15 carî ava xwendevan!

Di vê hejmarê de hilbijartina nivîsan gelek zehmet bû bo me. Birrek xebat hatibûn rêkirin. Bi çend qaîdeyên jirêzê, me xwest ku kesên ku hê nivîseke wan li cîkî nehatiye weşandin derkevin pêş. Bi vê yekê me go him dilê wan ji bo kurdî germtir be him jî bila kovar bi kêrî tiştekî were. Ji xeynî werger, çîrok û nivîsên çawalêhato, mêvana me ya vê hejmarê Fexriya Adsay e. Niyeta me heye ku em di her hejmarekê de ji bo tiştekî nû hewl bidin. Para vê hejmarê jî derheqê Kurdistanê de nêrînên xwendekarên biyanî ye.

Em vêya jî bibêjin. Gelek rexneyên jidil gihîştin me. Hin ji wan çêrî me dikirin, lê bi rastî ew jî gelek ji dil bûn. Bi vê wesileyê divê çend tişt werin destnîşankirin. Mîsal, gava ku me tiştekî kurdewarî weşand, ji kerema xwe ji me çend tilîliyên têr-qaşok, sê çar kalepîrên kelogirî hêvî nekin. Kurdistan bergê ansîklopediya oryantal a mêtinkaran nîne, Kurd jî di wê pirtûkê de fîgûranên erzan nîn in. Dem hatiye ku em rasteqînên xwe bi çavên serê xwe bibînin. “Gelo serdest dê çi bifikire derheqê min de” ne xema me ye. Helbet em ne dijî rasteqînên civaka xwe ne, kêm zêde mesele malûma me ye jî. Lê aqil bi vê yekê bileqe, çoya di destê me de jî dileqe… Yanê xwendevan; şal û şepik canê me, hişa xitimî dijminê me. Ka afiyet be.

İlginizi Çekebilir

Hurşit Külter’den açıklama

Hurşit Külter, halkın yoğun tepkisinden dolayı kendisinin gözaltında infaz edilmediğini söyledi 27 Mayıs 2016’dan bu …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir