Başlangıç / Güncel / Kamyonek bombekirî di nav bajêr de teqiya: 60 kuştî

Kamyonek bombekirî di nav bajêr de teqiya: 60 kuştî

Li bajarê Hille yê girêdayî parêzgeha Babil a Iraqê kamyoneke tije teqemenî teqiya. Li gor amaran 60 kes hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.

 

Hêzên ewlehiyê û tîmên hawarçûnê ber bi cihê teqînê ve çûne û cihê ku teqîn lê qewimiye, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye dorpêçkirin.

 

Çavkaniyekî ji nav polîsê Iraqê ragihandiye, di encama teqînê de ku li bakurê bajarê Hilleyê çêbûye, 60 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

 

Serokê Komîteya Ewlehiyê li parêzgeha Babilê Felah Xefacî pêştir di demên destpêkê yên teqînê de ji  ragihandibû: “Îro yekşemî piştî nîvro xwekujekî kamyoneke tije madeyên teqandinê li xala kontrolê ya Asar li derwazeya sereke ya bajarê Hilleyê teqandin.”

 

Felah Xefacî gotibû: “Li gor amarên destpêkê di encama vê teqîna xwekujî de zêdetirî 10 kesan hatine kuştin ku beşek ji wan hêzên ewlehiyê ne. Herwiha zêdetirî 90 kesên din birîndar bûne.”

 

Xefacî herwiha dabû xuyaikirin, ku di encama teqîna îro de bi dehan otomobîl jî şêwitîn û zirareke mezin a maddî gihîştiye cihê ku bûyer lê qewimiye.

 

Ji ber hejmara zêde ya birîndaran, egera wê yekê heye, ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.Ji aliyekê din ve rêxistina DAIŞê berpirsatiya teqîna îro ya li bajarê Hilleyê girte ser xwe.DAIŞê di hesabên xwe yên li ser torên civakî de berpirsatiya teqîna li Hilleyê qebûl kir.

 

Herwiha îro li Iraqê çend teqînên din jî qewimîn. Li gor zanyariyan, teqînek di nav baregeha Artêşa Iraqê li taxa Elzeytûn a rojavayê Bexdayê de çêbû.

 

Hat ragihandin, di wê teqînê de jî 2 serbazên Iraqî hatin kuştin û 5 serbazên din jî birîndar bûn.

 

Herwiha li taxa Sebhe Elbor a li bakurê Bexdayê jî teqînek din derket holê, ku di encama wê teqînê de jî 2 welatiyên Iraqê hatine kuştin û 9 kes jî birîndar bûne.

 

rudaw

İlginizi Çekebilir

Hurşit Külter’den açıklama

Hurşit Külter, halkın yoğun tepkisinden dolayı kendisinin gözaltında infaz edilmediğini söyledi 27 Mayıs 2016’dan bu …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir