Başlangıç / Güncel / Konsulxaneya Erebistanê li Hewlêrê tê vekirin

Konsulxaneya Erebistanê li Hewlêrê tê vekirin

Erebistana Siûdî konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê vedike. Yekemîn konsulê Erebistanê jî gihîşt Hewlêrê.

Îro bi fermî konsulxaneya Erebistanê li Hewlêrê tê vekirin. Yekemîn konsulê Erebistanê, Ebdulmunîm Mihemed Mehmûd jî gihîşt Hewlêrê û li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî ve hat pêşwazîkirin.

Hêvîdar Ehmed ragihand, konsulê Erebistanê dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin bike paşê bi fermî dest bi karên xwe bike.

Hêvîdar Ehmed da zanîn, ji ber ku avahîya konsulxaneya Erebistanê li Hewlêrê hîn xilas nebûye, konsulê Erebistanê dê bi awayekî demkî li avahîyeke din karên xwe bike heta avahîya konsulxanê amade bû.

Li gorî agahîyên, Erebistanê du sal berê biryar dabû konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke lê ji ber ku hikûmeta digot, heta balyozxaneya Erebistanê li Bexdayê venebe, nabe konsulxaneya Erebistanê li Hewlêrê vebe ji ber wê jî vekirina konsulxanê gîro bû.

 

Çavkanî:Rudaw

İlginizi Çekebilir

Diyarbakır’da 55 HDP ve DBP’li gözaltına alındı

Diyarbakır’da aralarında HDP ve DBP il eş başkanlarının da olduğu 55 kişinin gözaltına alındığı bildirildi. …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir