Başlangıç / Bilim ve Teknoloji / KURD DIKARIN DI WARÊ ENERÍYÊ DE SERBİXWE BIN

KURD DIKARIN DI WARÊ ENERÍYÊ DE SERBİXWE BIN

Li hemberî enerjiyên ku ekolojiyê xira dike enerjiyên wek hêza ba, hêza av, enerjiya biyolojîk ku ji maddeyên organîk tên bidestxistin û enerjiya rojê wek alternatîf derdikeve pêş.

Alternatîfa herî baş jî wek enerjiya rojê û enerjiya bayê tên qebûl kirin.

Kurdistan ji bo bikaranîna di enerjiyên alternatîf qadeke guncav e. Wekî mînak Amed di salê de 320 roj tav dibîne. Bi vî awayî çavkaniyên enerjiyê yên ku xwe nû dike ji Amed û tevahiya Kurdistanê divê çavkaniya sereke be.

Bi hilberîna enerjiyê tengbûna qadan û bi awayekî bikaranîna enerjî ya wek hovane bi xwe re felakat û qirêjiya derdorê derdixe hole. Him ji enerjiya tavê him ji enerjiya bayê hem jî, ji enerjiya jeotermalê divê mirov jê sûd bigire.

Panelên Enerjiya Tavê [Wêne: Brookhaven National Laboratory]
Panelên Enerjiya Tavê [Wêne: Brookhaven National Laboratory]

Qadên santralên hîdroelektrîkê ku li ser enerjiyê tê bikaranîn gelek cih di bin avê de dihêle û siruştê bi bobelateke jîngehê re rû bi rû dihêle. Ev santralên hîdroelektrîk tiştên zindî tev winda dike. Di santralên termîk de jî bi sotemeniyên fosîl elektrîk tê bikaranîn. Fosîl jî ji ber hewayê gelek qirêj dike, dibe sedema baranên asît û gaza serayê ku di atmosferê de belav dibe.

Bi vî awayî ev jî dibe sedema karesateke siruştî. Santralên nukleerî jî bi piranî li cem behran tên avakirin. Ji ber vê yekê ev enerjiyên nukleerî gelek jîndarên behrê tune dike. Gava ku em her sê qadan jî mêze dikin divê van cûreyên enerjiyan neyê bikaranîn. Divê em bi perspektîfa ekolojiyê nêzî xwezayê bibin.

Li Yewnanistanê perwanayên enerjiya bayê. [ Wêne: Alexandros Maragos, National Geographic Your Shot]
Li Yewnanistanê perwanayên enerjiya bayê[ Wêne: Alexandros Maragos, National Geographic Your Shot]

Ji bo ku pêkanîna enerjiya alternatîf pêş bikeve divê Hikumeta Başûrê Kurdistanê û Şaredariyên Bakurê Kurdistanê zêdetir hewl bidin. Ger Kurd di warê enerjiya rojê û bayê de pêş bikevin wê Kurdistan bikaribe enerjiya xwe ya pêwîst bi xwe hilberîne û bi vî awayî jî wê di warê enerjiyê de bikaribin serbixwe bin û hewcedarê dewletên din nebin.  

Çawkaní:HawarNet

İlginizi Çekebilir

Hurşit Külter Kerkük’te

Şırnak’taki operasyonlar sırasında kaybolduğu belirtilen Demokratik Bölgeler Partisi (DBP) Şırnak il yöneticisi Hurşit Külter’in, Kerkük’te …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir