Başlangıç / Kurdî / Kurd ti namzedan naşînin Bexdayê

Kurd ti namzedan naşînin Bexdayê

Fraksyonên Kurd ên di Parlamentoya Iraqê de bo kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ku biryar e pêk were, ti namzedî diyar nakin û CVyê ti kesî bo wergirtina kursiyên wezaretan ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re naşînin.

 

Li Iraqê gotûbêj û gengeşiyên li ser pêkanîna hikûmetek teknokrat ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ve berdewam in.

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêştir ragihandibû, bo pêkanîna kabîneyeke teknokrat dê guhertin di hikûmetê de bê kirin û jibilî kêmkirina hejmara wezaretan dê wezîr jî werin guhertin.

 

Heyder Ebadî herwiha daxwaz ji hemû aliyên beşdar di hikûmetê de kiribû, ku namzedên xwe diyar bikin û CVyên wan jê re bişînin û dabû xuyakirin, ew bi xwe dê ji nav lîsteya namzedan wezîran ji kabîneya nû ya hikûmetê re hilbijêre.

 

Li ser wê yekê Fraksyonên Kurdî yên Parlamentoya Iraqê red kirin, ku namzedan diyar bikin, yan jî zanyarîyan û CVyên ti kesî ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re bişînin.

 

Serokê Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di Parlamentoya Iraqê de Xesro Goran ragihand: Me ti bawerî bi wê yekê nîne, ku Heyder Ebadî bikare guhertinên mezin di kabîneya xwe pêk bîne û bikare wezîrên xwe biguhere.

 

Xesro Goran got: “Em CVyên ti wezîrekî ji Heyder Ebadî re naşînin, lewra bo me ne xuya ye ku çawan û ji ber çi em dê wezîrên xwe biguherînin. Ew yek di demekê de ye, ku me ti gazinde ji ti wezîrekê Kurd nîne û aliyên Kurdî yên din jî bi fermî ti CV neşandine.”

 

Goran tekez kir: “Sunniyan jî biryar dane ku ti nav û CVyekê ji Heyder Ebadî re neşînin.”

 

Heyder Ebadî di heyamên borî de nameyek ji hemû alî û partiyên Iraqê re şand û têde daxwaz ji wan kir, bi mebesta guhertina wezîrên xwe, navê kesên teknokrat û CVyên wan jê re bişînin, lê belê heya niha ti alî û hêzeke siyasî yê Iraqê guh nedaye wê daxwaza Serokwezîrê Iraqê.

 

Herwiha ew komîteya 11 kesî ya ku partiyên Iraqê bi mebesta pêkanîna reforman û encamdana guhertinan di kabîneya hikûmeta Heyder Ebadî de pêkanîbûn, biryar bû duh sêşemî 22ê Adarê li Bexdayê yekem civîna xwe lidar bixe, lê belê civîna wê komîteyê jî nehat kirin.

 

rudaw

 

 

İlginizi Çekebilir

Diyarbakır’da 55 HDP ve DBP’li gözaltına alındı

Diyarbakır’da aralarında HDP ve DBP il eş başkanlarının da olduğu 55 kişinin gözaltına alındığı bildirildi. …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir