Başlangıç / Sürmanşet / Lazim e ku dewlet destê xwe ji dîn û diyanetê bikşîne.

Lazim e ku dewlet destê xwe ji dîn û diyanetê bikşîne.

Di dewletan de şert û merc, li gor dem û dewrana diguhere. Ango  pergala dewletan her ku dem dibore  ji aliyê aborî, çandî, civakî û tiştên din ve şêwe digre. Bi taybetî jî, dewlet bandora xwe li ser dezgehên pîroz/mûqades  belav dike. Ji demên berê ve heta îro li ser civakan her tim bandora tiştên pîroz hatiye dîtin. Ger mirov li Ewrûpaya berê binêre mirov dibîne ku dêran/kîlîseyan li ser jiyanê bandorek mezin hiştiye. Li Misirê Fir’ewinan, li Rojhilata Navîn Nemrûdan, Kîsrayan, Qeyseran û ên din.

Çawa ku di Bîzansiyan, Osmaniyan, Emewiyan û Ebbasiyan de dînekî fermî hebû. Tevê vî yekê, her dewletek ji xwe re mezhebekî diyar kir û dane ser şopa wî. Mesela, di Bizansê de Ortodoks, di Emeviyan de Murcîe, di Ebbasiyan de Mu’tezîle û di Osmaniyan de jî Henîfîtî wek mezhebên fermî hatine îlan kirin.  Dewleta îro ku em jiyana xwe li ser didomînin, sala 1923 de hate damezrandin. Vî dewletê bingeha xwe li ser şeş esasan  tesîs kirin. Û yek ji wan jî “Laiqtî” bû. Ango bi wateya zelal,  cûdabûna karên dîn û dewletê bû. Lê ku 90 sale dewletê destê xwe ji dînê nekişandiye. Lê bi destê Diyanetê dîn hildaye binê qontrola xwe. Li ser Sunnî-Henîfîtiyê ji xwe re rêyek girtiye.

Îro cîhê we’z û xutbeyan bûye wek meclîsa Enqereyê. Û hewşên mizgeftan ji bo rayedaran bûne qada pêşandinan û çalakiyan. Îro li ser rûyê Tirkiyê ne tenê tirk jiyana xwe didomînin. Kurd , ‘ereb, ‘ecem, rûm, laz, ermenî jî hene. Şafî, ‘elewî, îsewî û musewî jî hene. Lazim e ku sazgeha dewletê a pîroz bangî van tevan bi hev re bike. Lê na. Rastî ne ev e. Diyanetê li ser  rêya Henîfîtîyê xwe ava kiriye û her tiştê wî jî li gorî vî yekê ye.

Îro tu mele, bangevan, wa’iz, miftî û xebatkarên din nikarin bi îrada xwe tu destûrê tiştekî piçûk bidin. Her xebatkarekî diyanetê, wek karmendekî dewletê ye. Li gor daxwaza hukûmetê xutbe û we’zên xwe amade dikin û ji gel re weka tûtiyan dixwinîn. Tişta rast çî ye nabêjin. Mizgeft tijî ne berdevkên hukûmetê. Ji siyaseta xwe ya qirêj, kirêt re bi fetwaya diyanetê rê dibînin. Ew  mînbera ku ji bo wehy-î îlahiye, bi siyaseta vir, hîle û qirêj kirine. Lê  heqqê tu kesî tune ku wî meqama pîroz bilewitîne.

Rastiyek vî welatê jî, şerê îro ye, ku li ser axa Kurdan tê kirin. Talankirin, xerabkirin,  hilweşandina cih û warên, gund û bajarên bav û kalan e. Kevir li ser kevir nemaye. Yek niştecihek di mala xwe de nesekiniye. Tev bar kirine û koç kirine cih û welatên heval, hogir û pismamên xwe. Zilm nemaye ku li wan hatiye kirin û tê kirin. Ev ên ku ev dikin jî esker, polês, hezên taybet ên vî dewletê ne. Dema ku mirov guh dide we’z û xutbeyên meleyan,  mirov dibîne ku karmendên diyanetê berdevkiya hukûmetê bi awayekî qirêj dikin. Dibêjin: “ Ey Xwedayê ‘erd û ‘ezmana, tu hêz û quwwetê zêdetir bidî esker û polêsên me. Gule û topên ku avêtên, tu li ser dijminan de bibarînî û tu ji wan re jî musîbetan bişînî da bila pişta xwe rast nekin. Tu xan û manên wan serûbinî bikî.  Amîn.” Bi van gotinan ji sibehê hetta ‘eşayê hişê gel rohnî dikin. Lê wuha nabêjin: “Ey muslimanê xwedî bawer, qaideyek Îslamê ya herî mezin ev e:  li cihekî ku bi hezaran zar û zêçen bêguneh, mesum, kal û pîr û nexweş hebin, ji ber hebûna yek û du eskerên dijmin, bi hêncet li wir bi bombeyan were kambaxkirin zordariye, zordestiye, zulm e, guneh e.” An jî: “kî/kê mirovek bêguneh bikuje, wek mirovan bi teva kuştiye.”  Lê ku mesele bû dewlet, di nezera wan de ji her tiştê girîngtir e. Dewlet ji dînê jî pîroztir e.  Bêguneh, nexweş, extiyar, zar (ku kurd be jî ) tu giringiya dînê tune. Karên pîroz jî, ji beqaya dewletê ne girîngtir e. Û li gor şertan dîn, bi rehetî tê bikaranîn.

Bi rastî  tiştên ku ji bo vî sazgehê  bê gotin gelek zêde ne. Lê ne wext ne cih têrê dike. Lê belê tiştên ku em dizanin raste, em dê heta bêhna xwe ya dawin bêjin. Belê lazim e ku dewlet destê xwe ji dînê bikşîne û ji bo mebestên xwe yên qirêj û kambax bikarneyîne. Û lazim e ku dîn bi serê xwe û  serbest bibe. Mizgeft bên serbest kirin û tişta rastî çi ye were gotin. Ji bo tişta heq bibe navnîşan.

 

İlginizi Çekebilir

Hurşit Külter’den açıklama

Hurşit Külter, halkın yoğun tepkisinden dolayı kendisinin gözaltında infaz edilmediğini söyledi 27 Mayıs 2016’dan bu …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir