Başlangıç / Galeriler / Foto Galeri / Li Bitlîsê navendên xweşiqitandinê qelebalix in

Li Bitlîsê navendên xweşiqitandinê qelebalix in

Li Bitlîsê welatiyên ku dawiya hefteyê wekî firsend zanîn, berê xwe dan Navenda Xweşiqitandinê ya Kardelenê.

BITLÎS – Li herêma rojhilatê Anadoluyê piştî ku qalindahiya berfê gihîşt asta bikêr, navendên xweşiqitandinê jî tije bûn.

Li Bitlîsê welatiyên ku dawiya hefteyê û somestra nîvê salê wekî firsend zanîn, berê xwe dan Navenda Xweşiqitandinê ya Kardelenê. Xwendekaran bi dilê xwe kêfa tetîlê kir. Hin welatiyên ku xwe li ser lastîka hundirê tekeran şiqitandin jî dîmenên cuda û rengîn derxistin.

Midûrê Navenda Xweşiqitandinê ya Kardelenê Farûk Sînoglu di daxuyaniya xwe da destnîşan kir piştî ku li navenda xişikê qalindahiya berfê gihîşt asta bikêr, welatiyan jî berê xwe dan vir.

Sînoglu bal kişand ku li tesîsê 2 hezar û 500 mêtro sîstema telesiyejê heye û wiha xeberda:

“Ev sîstem dikare di saetekê da hezar kesî bibe û bîne. Tesîsa me dawiya hefteyê qelebalix dibe. Ji bajêrên derûdor kesên ku ji xişikê hez dikin, pêl bi pêl tên tesîsa me. Nava hefteyê her roj em vekirî ne. Her roj em li vir xizmetê didin. Otêleke me ye ku kapasîteya wê 40 cî ye, heye. Kesên ku ji xweşiqitandinê hez dikin, dikarin li tesîsa me cil û taxima xiştanê bîter bikin. Emê hersal xwe nûjen bikin û baştir xizmetê bidin. Înşellah navenda me dê bê ciyê ku heq dike. Seba alîkariya wan, em spasdarê Walîtiya Bitlîsê ne.” -AA

Bitlîs Şemitîn

Δημοσιεύτηκε από Gazete Kurd στις Κυριακή, 31 Ιανουαρίου 2016

İlginizi Çekebilir

Kurdistan

https://www.facebook.com/media/set/?set=a.1544019705908353.1073741828.1544018195908504&type=3

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir