Başlangıç / Dünya / Li paytextê rojekê xwîndar: 80 kûştî û ji 100î zêdetir birîndar

Li paytextê rojekê xwîndar: 80 kûştî û ji 100î zêdetir birîndar

Li paytexta Şama Sûriyayê êrişeke bombeyî pêk hat û di encamê de herî kêm 80 kesî jiyana xwe ji dest da û ji 100î zêdetir jî birîndar hene.

Li taxa Seyide Zeyneb a başûrê Şamê 3 êrişên bombeyî yên cihê pêk hatin.

​Televîzyona dewleta Sûriyayê SAAyê ragihand ku êrişa bombeyî ji aliyê 2 komkujan ve bi wesayîteke bombebarkirî pêk hatîye.

SAAyê diyar kir ku di encama van êrişan de herî kêm 80 kesî jiyana xwe ji dest da û ji 100î zedetir jî birîndar hene.

Ji aliyekî din ve nûçegihanê SAAyê jî li ser hesabê Twitterê ragihand ku 4 êriş pêk hatine; hejmara kuştiyan 46 û birîndaran jî 100 e.

Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovên Sûriyayê jî ragihand ku li taxa şiîyan a Seyide Zeynebê 4 êrişên bombeyî yên cihê pêk hatine û herî kêm 31 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Çavkanî:sputniknews

İlginizi Çekebilir

Hurşit Külter’den açıklama

Hurşit Külter, halkın yoğun tepkisinden dolayı kendisinin gözaltında infaz edilmediğini söyledi 27 Mayıs 2016’dan bu …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir