Başlangıç / Ekonomi / NY: Divê em zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bikin

NY: Divê em zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bikin

 

Rêveberê Operasyonên Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Karûbarên Mirovî (OCHA) John Genge daxwaz kir ku, divê bêhtir alîkariya Herêma Kurdistanê were kirin û ragihand: ‘Ew herêm xwedî çavkaniyên aborî û sînordarin. Divê em zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bikin. ‘

John Genge ji Iraqê ber Brîtanya vegeriya û ji çapemeniyê re ragihand: “Bi sedema berdewamiya nakokiyan li Iraqê bi milyonan ji xelkê Iraqê di bin metirsiyê de ne. Iraq cihekî metirsîdar ji bo karkeran, kesê ku bixwaze li Iraqê karbike divê binase ew li cihekî metirsîdar kar dike.”

Piştî ku John ligel berpirsên Iraq û Herêma Kurdistanê civiya û ragihand: ‘Piştî ku xelk ji Iraqê penaberbûn, Herêma Kurdistanê bêhtir ji milyonek penaberî li xwe girtiye.’

Derbarê rewşa penaberan li Herêma Kurdistanê de got: ‘Herêma Kurdistanê hejmarek mezin ji penabera li xwe girtiye, di demekê de ku ew xwedî çavkaniyên aborî û sînordarin, lewma pêwîste ku Civata Navdewletî bêhtir alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.’

 

sputniknews

 

İlginizi Çekebilir

Diyarbakır’da 55 HDP ve DBP’li gözaltına alındı

Diyarbakır’da aralarında HDP ve DBP il eş başkanlarının da olduğu 55 kişinin gözaltına alındığı bildirildi. …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir