Başlangıç / Sürmanşet / Paqijî: Ji holê rakirin, Tune kirin, Kuştin (I)

Paqijî: Ji holê rakirin, Tune kirin, Kuştin (I)

  1. Rewşa paqijiyê, saffet, nezafet.
  2. Paqij mayin û rewşa paqijmayinê.
  3. Karê paqijiyê
  4. Argo; ji holê rakirin, tune kirin, kuştin.(TDK)”

“Ji bo me kurdan, zaliman lûgatek çêkirine. Di lûgata wan de navê kuştina me Kurdan ‘paqijiye’. Û tirbên me yên bi hev re jî tim best; gelî, çem û newal in. Li Sêrtê Newala Qesaban,li Dêrsimê Çemê Mûnzûrê, Newala Qutê, Sîh Û Sê Gule, Çuxurca, û Helepçe… Eyy Xwedê Edî Bes e looo!” Mûsa Anter.

Belê. Rehma Xwedê li ser be û Xwedê Wî bixe di nav Karwanên Şehidan. Ev gotina li jor aîdê Apê Mûsa ye.

Tarix îro disa li ser Kurdan dûbare dike. Ewrên reş disa li ser kurdan de dunya tarikiriye, gurên har disa wekî herroj îro jî kirinên xwe yên qirêj,kirêt didomînin û Kurd îro dîsa wekê her caran tên kuştin. Û kesekî xwedî wicdan,merhemet ranabe, nabêjê kû ev hal çi ye? Ev Xelkê mehsûm çima tên kuştin?

Birastî ev meseleya kuştinê, ji holê rakirin û xelaskirina Kurdan û ev hovitiya ku îro jî li ser van axan tê kirin, ji bav û kalên wan ên Asyaya Navîn ji wan re wek mîrat maye. Ango ku mirov li demên berê, beriya Îslamiyetê û piştê Îslamiyetê dinêre mirov dibîne ku heman rê û rêbaz îro jî didome. Serokê Dewleta Moxolan CengizHan, bi artêşa xwe yê hov, ji Asyaya Dûr hetta Rojhilata Navin çi bi ber wan ketiye bi hovitî şewitandine, xerab kirine û talan kirine. Û tu merhemetê jî nedane nişan. Ji ên wisa re jî her kes dibêje ev Hov in, Wehşî ne. Û îro jî em emareyên van hovitiyan dîsa li ser axa Kurdistanê dibînin.

Dema ku em rastî Komara Tirkiyeyê tên, em dibînin ku heman dek û dolabên siyasetê disan dizivire. Û rayedarên Komara nû li hember Kurdan dest bi lîstikan dikin û dixwezin ku bi awayekî Kurdan bixapînin. Û dest pê dikin dibêjin: “- heyran em birane. Birayê hev a bawerîyê, a olî, a welatekî û me bi salane jiyana xwe bi hev re domandiye. Çi hewceye ku iro em dijminatî li hember hev bikin û hwd…” Dema ku piştgiriyê ji Kurdan digirin. Komara nû a Tirkan ava dibe. Dû re Rayedarên komarê pişta xwe rast kirin û gotin.” êdî minneta me bi tu kesî tune ye” û li hember Kurdan rabûne ser piya. Û ew biratiya bawerî, biratiya olî bû biratiya guran.

Her tiştî vî welatê kirin “Tirk”. Şîara nû a Komara Tirk jî ev bû: Tirkî bifikire, Tirkî binivîse, û Tirkî biaxive… Rayedarên Dewletê rabûn û gotin: “Ên ku li ser axa me dijîn û ne Tirk in, tenê mafek wan heye û ew jî, ji Tirkan re xîzmet e.”

Komara nû a Tirkan rastiyên xwe li ser van xîman ava kirin. Ên ku li hember wan rabûne ser piyan jî, gotin ev “”eşqiya ne,rêbir in, talanker in, sergerde ne.” Lê çi dibe bila bibe Kûrd li hember van zilman bêdeng neman…

İlginizi Çekebilir

Kürdistan’da Liderlik Krizi

Kürdistan’da Liderlik Krizi: Ağa, Bey, Şeyh, Lider, Abi ve İdeoloji… Yüzyıllardır başkalarının eğemenliğinde ve ayakları …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir