Başlangıç / Sürmanşet / Paqijî: Ji holê rakirin, Tune kirin, Kuştin (II)

Paqijî: Ji holê rakirin, Tune kirin, Kuştin (II)

… Wek tê zanîn dustûrek heye: “ Kufr didome,zilm nadome”. Kurdên xwedê wicdan ên wek Bedîuzzeman Se’idê Kurdî, Şêx Se’idê Paloyê, Seyyîd Rizayê Dersîmê zulmê hatine kirin qebûl nekirin. Û her yekî rêya berxwedanê ên cûda dan pêşiya xwe. Serê ewil şêx Seid rabû li hember vî zilmê sekinî. Sal 1925 bû. Komara nû tekmîl hêzên xwe yên bi çek berhev kirin û wekên bav û kalên xwe yên Cengîz, Hulagû û Tîmûr bi hovitî êrîşê nav kurdan kirin û serê sed hezar Kurd hate jêkirin. Dû re Serhildana Agirî û Zîlan û çend sal şûnda jî Seyyîd Riza rabû li hember vî zilmê sekinî. Û komara hov disa bi heman rêbazan bi hovitî “Tevgeran” ji bo Agirî, Zîlan,Koçgirî û Dersîm da destpê kirin. Ev tevger dîsa ji bo qirkirina Kurdan bûn. Çend sal şûnde dîsa generalekî Tirk ku navê wî Musatafa Muxlaliye, di sala 1943 an de rabû emir da eskeran û 33 ciwan, xort, mirovên kurd ên ku di sînoran de, bi bazirganiyê debara xwe dikirin, da ber gulan û qetil kir.Dema “Partiya Gel(Halk Partisi)” qediya. Û Demokrat hatin bûne rayedarê vî welatê. Û dîsa ku em dibînin dev ji Kurdan bernadin û rayedarên partiya Demokratan ji hev re wiha dibêjin(ji devê Mûsa Anter):

“Çîroka me dirêj e. Em di 1958 an de girtin… Miffetişê Mîtê Ergun Gokdenîz tê Enqereyê, Ji xwe li Enqereyê bû û wekî Mîllî Guvenlîka niha teşkîlatek hebû lê pirên wan ne Paşa bûn, Celal Bayar, Adnan Menderes, Ruştî Zorlu û Serokê Kurmayê yê duyemîn Cevdet Sûnay bû. Ergun rapora xwe ji wan re diwxîne, dibê ku em hezar pêşengên Kurdan bikujin wê doza Kurdan bi kêmayî 30 salan li paş bikeve. Celal Bayar dibê temam. Serokê kurmayê duyemîn jî wekî wî. Lê Wezîrê derve Ruştî Zorlu dibê, heyran wele ez vê qebûl nakim, ji xwe li derve em rûreş in. Bi kuştina ermeniyan,rûman û Kurdan. Bi zorê vê birînê qemûşk girtiye, ez nikarim car din bixwirînim û 1000 kurdî bê mehkeme û qanûn bikujim. Tevfik îlerî Tûranî bû, yanî bi zimanê niha Turkêşçî bû. Dibê hevalno hûn zanin bê ez kî me. Ez dijminê Kurdan im, lê em niha rabin hezar Kurdî bê mehkeme bikujin tavil wê Kurdistan li ber me rabe û îsyan bike, emê bi destên xwe Cezayîrê bînin Tirkiyeyê, ev ne xeta ye? Wê çaxê Cezayîriyan giş ber Fransiza rabibûn. Dimîne Menderes. Menderes dibê hevalno ji xwe ev tiştê ku di rapora MÎTê de ye cezayê wê îdame, da ku em pêşî ji wan 50 hebî bigirin, bidin mehkemê bila mehkeme qirara îdama wan bide, emê jî 50 kesî îdam bikin û paşê 50-50 emê hezarê xwe xelas bikin. Vê qerarê didin û li Enqereyê dadgeha “Kara Kuvvetleri” 50 heb muzakereyên tewqîfê bênav çêdikin û didin MÎTê ku navê kê têxê dibe ya wî.

Ji wan 50 kesan yek jê ez bûm. Ev çîroka me 50 yan ku di çapemeniya Tirkiyeyê de navê wê danîn 49 an, ji ber ku hevalekî me, Emîn Batûr, di Hucreyê de bi îşkence hat kuştin. Wextê em derketin mehkemê, em man 49, ji ber vê yekê tirkan û çapemeniya dinyayê ji me re gotin ‘49’lar’, yanî yên 49 an.”

Derbeyên eskerî, bûyerên Şirnex û Lîceyê, salên 90-2000 an di diroka Kurdan de bûne serdemên tarî, şevereş, ji ber ku însanên ku di vê demê de hatine qetil kirin hîn jî kuştiyên wan ne diyar e. Û ji wan re dibêjin “Faîlî Meçhûl”.( Yanî ên ku evqas insan qetilkirine, kî/kê ye kes nizan e.

Lê em li îro dinêrin sîlsîleya Şêx Se’îd,Dersîm, Agirî, Zîlan, Koçgirî, Sî û Sê, “faili meçhul” îro jî wek Roboskî, Kobanî, Cizîr,Sûr, îdîlê didome. İro jî fikr û îdeolojiya vî dewletê wek Moxol-Mançûran dixebite û di cihê avakirinê de wekî bavûkalên xwe rabûne bi tev hêzen xweyên eskerî, bi tank,top, tifing, balafirên şer êrîşi Kurd û Kurdistanê dikin û tev xerab dikin, talan dikin, dişewitînin…

Belê, tev komkujî, qir kirin, kuştin di zimanê fermî de, di lugatê de, di nûçeyên rojnameyan de “paqijiye”. Xwedeyooo, tu ahê me di pozê neheqan re bînî.

İlginizi Çekebilir

Hurşit Külter’den açıklama

Hurşit Külter, halkın yoğun tepkisinden dolayı kendisinin gözaltında infaz edilmediğini söyledi 27 Mayıs 2016’dan bu …

1 Yorum

  1. Botan nîştimanî

    Nivîsê kurdî tim cara nayê xwendin lewra zimanê wê girane..armanca niviskara zaf cara ewe ku xelaskirina zimane ne, famkirina nivîsè. .Lê vî nivîsê de niviskar mijar gelekî bizelalî derxistıye hole. .spas ji tere tu her hebî. .

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir