Başlangıç / Genel / Pêla operasyonên siyasî: 34 kes hatin binçavkirin

Pêla operasyonên siyasî: 34 kes hatin binçavkirin

Îro berê sibehê li Eskişehir, Edene û Antalyayê di operasyonên serdegirtinên malan de 34 kes hatin binçavkirin.

Li Eskişehirê di serdegirtinên malan ên hemwext de nûçegihanê DİHAyê Nametullah Başar jî di nav de Osman Altun, Vedat Yalçin, Fevzî Unal, Ersîn Kaya û Abdullah ê paşnavê wî nehat hînbûn 15 kes hatin binçavkirin û biryara sînorkirinê li ser dosyayê hatiye dayîn. Kesên din piştî îfadeyên li Midûriyeta Polêsan a Eskişehirê hatin berdan.

Her wiha li taxa Habibler a navçeya Kepezê ya Antalyayê polisan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de malan de gerîn kirin û eşya hatin belavkirin. Di encama serdegirtinê de Suat Varol, Fîkret Varol, Bariş Ontunç, Firat Oztunç, Savaş Oztunç, Aydin Orhan û Seyfettîn Orhan hatin binçavkirin. 7 welatiyên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn li Midûriyeta Polêsan a Antalyayê tên girtin.

Li Edene, Mêrsîn, Hatay û Rihayê polêsan bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinê de bi îdiya ‘ji bo rêxistinê çek peyde kirine’ 20 kes hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin li Midûriyeta Polêsan a Edeneyê tên girtin.

 

sputniknews

İlginizi Çekebilir

Hurşit Külter’den açıklama

Hurşit Külter, halkın yoğun tepkisinden dolayı kendisinin gözaltında infaz edilmediğini söyledi 27 Mayıs 2016’dan bu …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir