Başlangıç / Genel / Peyvdarê Wezareta Pêşmerge: Di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de şer nebûye

Peyvdarê Wezareta Pêşmerge: Di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de şer nebûye

Peyvdarê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawir, nûçe û zanyarîyên ku dibêjin; şer û pevçûn di navbera hêzên artêşa Iraqê û hêzên pêşmerge de qewimî ye derew derxist. Li alîyê din Wekîlê Wezareta Pêşmerge Enwer Osman ragihandibû ku, îro 2 lîwayên artêşa Iraqê li navçeyên Xabûr û Zumar êrişî lîwaya 8′an ya hêzên pêşmerge kirine.

Cebar Yawir ji AKnewsê re daxuyand ku ew nûçe û zanyariyên ku behsa şer û pevçûnan navbera hêzên artêşa Iraqê û pêşmerge dikib li sinorê navçeya Rebîa ya bi ser parêzgeha Nînowayê ve ji rastiyê dûrin û şerekî wiha neqewimiye.

Yawir got jî, “Îro sibehê hêzekî fewca 2 ya lîwaya 38 a bi ser fîrqeya 10 a artêşa Iraqê di rê de daku li sinorê navbera Iraq û Sûriya li navçeya Saîf heta gundê Gaîne bi cih bibe, lê hêzên lîwaya 8 a pêşmerge yêm ser bi Wezareta Pêşmerge ve rê nedane wan daku biçine navçeyê.”

Derbarê sedema rêgirtinê jî, Yawir got, “Berpirsên lîawya 8 ji wê hêza fewca 2 re gotine ku ew rê nadine wan daku biçine navçeyê, ji ber em aramiya navçeyê diparêzin û berê jî bê hevahengî hatine.”

Yawir tekîd jî kir ku lewra ti şer û pevçûnek navbera hêzên artêşê û pêşmerge neqewimiye.

Çavkaniyekê ji lîwaya 8 yê artêşa Iraqê li navçeya Zumar ji AKnewsê re daxuyand, “Ji ber hêzên pêşmerge rê nedane hêzên fewca 2 daku li wê navçeyê bi cih bibin, pirsgirêk navbera wan derket û her du aliyan hêzên xwe xistine amadesaziyê de.”

Çavkaniyê got jî, “Ti şer û pevçûenek navbera her du aliyan neqwimiye, tenê hêz li hember hev ketine amadesaziyê de.”

Ev daxuyaniya Cebar Yawir di demekê de ye ku Wekîlê Wezareta Pêşmerge Enwer Osman ragihandiye ku îro 2 lîwayên artêşa Iraqê li navçeyên Xabûr û Zumar êrişî lîwaya 8 a hêzên pêşmerge kirine.

Aknews

İlginizi Çekebilir

ABD Cumhuriyetçi Parti Üst Düzey Yetkilisi: Bağımsız Kürdistan zamanı

Rûdaw TV’ye değerlendirmelerde bulunan ABD Cumhuriyetçi Parti üst düzey yetkilisi John R. Bolton, “Kürdler’e özgürlük istiyoruz ancak …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir