Başlangıç / Bilim ve Teknoloji / Pirtûka “Termînolojiya Anatomiyê ya Bijîşkiya Veterîneriyê” Derket!
Termînolojiya Anatomiyê ya Bijîşkiya Veterîneriyê
Termînolojiya Anatomiyê ya Bijîşkiya Veterîneriyê

Pirtûka “Termînolojiya Anatomiyê ya Bijîşkiya Veterîneriyê” Derket!

Heya niha di wêjeya kurdî de di derbarê bijîşkiya veterînerî û termînolojiya wê de valabûnek hebû. Bijîşkê Veterînerî Mûzaffer Avşar bi berhemeke giranbuha ev valabûn dagirt.

Her wiha, Mûzaffer Avşar dibêje ku:

“Ev pirtûk di zimanê zanyariyê de ji bo bikaranîna zimanê kurdî mînakekê teşkîl dike. Min wekî  bijîşkê veterînerî kefş kir ku ji bo rawekirin, vegotin, şîrovekirin û lêkolînên zanyarî zimanê kurdî pir dewlemend e. Bi gencîneya peyvên xwe ve her cure mijarê dikare him devkî  him jî nivîskî bide vegotin û bide nivîsin. Bi nîv ergatîviya xwe ve vegotin û nivîsar xweşiktir û bi pêşqertaf, paşqetaf û nabendên xwe ve jî bi awayekî  hêsan beramberiya têgînên biyanî yên zanyarî didarişe.

Tê zanîn ku cara ewil a kedîkirina heywanan û çandiniyê li ser erdnîgariya Kurdistanê dest pêkir û li ser dinyayê belaw bû. Axa Kurdistanê ji bo çandinî û sewalkariyê zêdetirîn rewa ye, çawa ku di çaxên berê de hîmê çandinî û sewalkariyê ji hêla gele kurd ve li ser axa pîroz wekî  modernitêya xwezayî hat danîn, îro jî dê bi hişmendiya modernîteya demokratîk ve hîmê çandinî û sewalkariya ekolojîk bê danîn.

Min ew pirtûk di ayendeyê de ji bo hilanîna hewcedariya pirtûka zanyarî ya bingehîn amade kir. Da ku fakulteyên veterînerî yên dê perwerdeya kurdî bidin, bila ji aliyê vegotin û hînkariya zanîsta anatomiyê de zor û zehmetiyê nekişînin.

Her wiha,

Ji bo dewlemendbûna naverok û hêjaya pirtûkê, etîmolojiya 41 navên organan ên bi kurdî, ji hêla lêkolîner û dîroknas Alî Huseîn Kerîm hatine şîrovekirin. Ji bo xebat û alîkariya wî ya hêja spas dikim.”

Çavkanî: enstituyakurdi.com

İlginizi Çekebilir

Zarok TV, Hayatın Sesi ve TV 10 dahil 12 kanal karartıldı

Hayatın Sesi, Azadi TV, Jiyan TV, Van TV, TV10, Denge TV ve Zarok TV’nin de …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir