Başlangıç / Genel / REWŞENBÎR Û REWŞENBÎRÎ – Şahînê Bekirê Soreklî

REWŞENBÎR Û REWŞENBÎRÎ – Şahînê Bekirê Soreklî

Şahînê Bekirê Soreklî
Şahînê Bekirê Soreklî

Pirsa “intelektuelîzmê” yeke kevnar e û bi hebûna mirovan ve girêdayî ye. Axaftin û nivîsandina derbarê wê de bi hezaran sal hebûye. Mirovê “intelektuel” xwediyê pêkaniyeke taybet e ku jê re “intelekt” (INTELLECT) dihêt gotin. Pêkaniya zûtêgihîshtinê, analîzkirina ligor prensîpên mentiqî û bizava dîtina çareyên bashtirkirina rewshê hinek ji wan shanan in ku rewshenbîran ji yên din cuda dikin. Bi pêshveçûna dîroka mirovan re pirsa “intelektuelîzmê” ji wateya xwe ya berê kûrtir û firehtir bû. Va bûn bi hezaran sal zanyarên di nav civatên gihîshtinî sharistaniyeke bilind de xwe bi vê pirsê ve mijûl dikine: Gelo mirov dikare kê wek “intelektuel” bi nav bike. Ligor Encyclopaedia Britannica hîn di dema Sokrat û Plato de, dora 400 salan pêsh ya zayînî, va pirsa ji bo zanyar û fîlosofên Yewnanistana kevnar yeke grîng bûye.

Di nav qalibê herêmî û teng de pirsa “intelektuelîzmê” ta radeyeke bilind bi baweriya gelemper ya civatê û kesan ve girêdayî ye. Ji bo civateke olperest rêber û feqîyên olan kesên “intelektuel” in. Va baweriya di dema fir’ewnên Misrê de jî hebûye. Napoleon ji aliyê xwe ve “intelektuelan” wek afirmendên îdyolojiyê bi nav dike. Marksîzm “intelektuelîzmê” bi îdyolojiyê ve girê dide. Lê Karl Mannheim (1893 – 1947) xwebêjeke din dide “intelektuelîzmê.” Li gor wî, “kesê intelektuel dikare ramanên xwe ji îdyolojiyê û çînayetiya civatî biparêze. Her weha li gor wî, kesên intelektuel endamên komeke taybet ne di nav civatekê de, ku xwe naxin bin bandora metodolojiyê û îdyolojiyê, kesên weha ne ku bi rêya zanyariyê xwe dikin layiqe cîhekî bilind û dikarin bandoreke erênî li civatê bikin.” (Çavkanî: Encyclopaedia Britannica, 1974, cild 9: r. 195).

Gotinê naxwaze ku wateya rewshenbîriyê (intelektuelîzmê) di rojên me de ta radeyeke bilind bi pêshveçûna civatê ve girêdayî ye. Di nav civateke ji perwerdeyê bêpar mayî de heye ku kesê pênûs di ber re, kesê dikare nameyekê binivîsîne, wek kesekî rewshenbîr bihêt binavkirin. Bo nimûne, ta ber kurtedemekê mirovekî ku dikaribû bixwêne û binivîsîne ji aliyê gundiyên Kurd ve wek “Mamoste” dihat binavkirin. Di nav civatine din de kesê ku bikaribe derbarê siyaseta herêmî û navneteweyî de çend gotinan bike mirovekî rewshenbîr e. Lê di nav civatên di warê perwerdeyî de pêsh ve çûnî de, em bibêjin di nav civateke wek ya swêdî yan australî de, heye ku kesekî xwendina zanîngehê kuta kiribe jî li gor pîvanên wê civatê ne kesekî rewshenbîr be.

Wek em dibînin va pirsa yeke kûr û fireh e û ger mirov wê têxe nav gengesheyeke akadêmî û felsefî ew ê ji hev bikishe û bidomîne, wekî ku bûn bi hezaran sal wisa ye. Ger ji min bihêt pirsîn ka mirov dikare di nav civata kurdî ya îroj de kê wek rewshenbîr bi nav bike, heye ku ez bersîva li jêr bidim:

Mirovê rewshenbîr ew kesa ye ku dikare pirsên civakî û siyasî yên di nav milletê xwe û herêma xwe de fêhm bike, bi shêweyeke mentiqî shîrove bike û derbarê cîhana me û mirovan de xwediyê zanistiyeke berfireh be. Lê rewshenbîrekî weha dikare wek zanyarekî jî bihêt binavkirin. Bi gotineke din, ew wek golekê ye ku ne tenê ava xwe ji rûbaran digire û di nav xwe de kom dike lê di wê bi xwe de jî çaviyên avê hene . Rewshenbîrê mezintir, li milê din, ew kesa ye ku dikare tishtekî erênî, tishtekî pozîtîv, bide civatê, wek gola ku ava xwe bi rêya çem û rûbaran digihîne zeviyan û bi encamê van zeviyan shîn dibin û dibin çavkaniyên xêr û bêrê.

* * *

Di nav Kurdan de xwemijûlkirina bi mijara “intelektuelîzmê” ve ne yeke kevn e. Bi dîtina min, çawa ku bindestbûna Kurdistanê bandora xwe li hemî aliyên jiyana Kurdan kiriye, herweha li vê pirsê jî kiriye. Pirsa rewshenbîriyê jî ta radeyeke bilind li nik Kurmancan xwe bi siyasetê û têkoshana neteweyî ve girêdaye. Bi kêmasî ta pêsh kurtedemekê ew kesên bi siyasetê ve mijûl wek rewshenbîr dihatin hesibandin. Li vir pirsekê ji xwendevanê/-a hêja bikim: Gelo kî ji van her du mirovên navdar yên neteweya fransî rewshenbîr e, Charles de Gaulle, lê Jean-Paul Sartre? Hêvîdar im xwendevanê/-a birêz jî yê dawîn bijartibe. Ya grîng ew e ku ji bo her yekî ji wan cîh û shaxekî taybet di dîroka fransî de heye.

Bi dîtina min, mirov dikare Ehmedê Xanî wek rewshenbîrekî dema xwe bi nav bike, ji ber ku wî berhemine afirandine ku hîn îroj jî wek berhemên bi nerx dihên dîtin, li gelku di dem û dewrana wî bi xwe de heye ku van berheman roleke rêk û pêk neleyiztibin. Celadet Bedirxan mirovekî “intelektuel” e bi xwebêja tevahî ya peyvê. Di nav civata me ya îroyîn de bi hezaran rewshenbîr hene, lê her yekî ji wan pîvaneke xwe heye û radeya “intelektuelîzmê” dikare li nik hinekan ji wan ji ya li cem hinekên din bilindtir, yan nizmtir, be. Giraniya ramyarî ya her yekî ji wan ligor xebat û berhem û pîvanên siberojî dê bihêt diyarkirin. Mirovê di shaxekî zanistiyê de pispor li gor berhemên xwe, nerxê zanistî yê wan berheman û bandora wan ya erênî li civatê, yan li cîhanê, cîhê xwe di pîvana “intelektuelîzmê” de digire. Lê bila ji bîr neçe ku pijîshkekî pirtûkeke navdar derbarê pirsên pijîshkî de nivîsandibe heye ku ne rewshenbîr be û bêtir kesekî di warê “I’lmî” de zana be.

Civata kurdî bi shêweyeke gishtî, ligel zêdebûna hejmara rewshenbîrên wê di nav 30-40 salên derbas bûnî de jî, hîn di hinek waran de civateke pashvemayî ye û yek ji sedeman xwe bi wê yekê ve girê dide ku jimara rewshenbîrên bi berhemên pêshkevtî û hatinî xwendin bi sînor bûye û li milê din, beshekî mezin ji civatê nexwende bûye, yan ji xwendina berhemên chak yên bo pêshkevtina civatê grîng dûr maye. Ji bo gellek Kudan “pêshkevtin” xwe bi “nishtimanperweriyê” ve girê dide, ku mixabin ji aliyê pêshkevtina civatî û ramyarî ve ne weha ye. Bi dîtina hinek Kurdan, sedema pêshnekevtina di her warî de xwe dispêre bindestbûna welatê wan, ku dîsa ne dîtineke durist e, chimkî Afganistan û Somal, bo nimûne, welatên “serbixwe” ne. Nexweshiyên Kurmancan yên civatî, nexweshiya zihnîyetan, rola jin û mêr di nav civatê de, kêsheyên malbatî û yên ciwanan, pirsa hawîrdorê û kêsheyên rojane yên mirovê kesan ta radeyeke bilind li derveyê gengesheshekirineke bi “intelekt” mabûn, û ta radeyekê li hinek deveran hîn jî dimînin. Berhemên rêk û pêk yên derbarê wan de gellekî kêm in. Asotengiya ramyarî û bêbandormayîna Kurmancî wek zimanekî aktîv di warê pêshvexistina civatî de yek ji sedeman e ku xwemijûlkirina rotînî ya bi hinek mijaran ve bibe wek heman benîshtê her dihêt cûtin. Bi gotineke din, civata Kurmancan ta radeyeke bilind bi bandorên derveyî ve girêdayî dimîne. Ji nav civatê bi xwe rûbarên ku bikaribin civatê ji hindir ve bidin guherandin û pêshvexistin di rastiya rewshê de gellekî bi sînor in. Di rewsheke weha de endamên civatê pêshkevtina xwe yan ji hukûmetê, yan ji rêxistinekê hêvî dikin. Ger ji wê hukûmetê/rêxistinê encamên guherandina rewshê ber bi aliyên erênî ve nehên der, civat ji pêshkevtina rasteqîne her dûr dimîne.

Di nav Kurdan de, wekî gellek civatên li herêmên rojhilatî, xwendina berheman bi awayekî berfireh hebûye, lê berhemên bikaribin civatê bi shêweyeke berfireh bidin guherandin jî ji wan dûr mane. Berhemên bi naverokeke dînamîkî ya bikaribe civatê ber bi rewshenê û zanînê bade gellekî bi sînor bûne. Heye ku hinek kes gotineke weha wek yeke ne di cîh de bibînin û careke din wê li gor pîvana “bindestbûna me” û “têkoshîna li dij neyarê hov” rexne bikin. Da ku mebest shash nehêt têgihîshtin bala xwe bidin navên kesên wek Sokrat, De Vinci, Moliere, Böll, Shaw, Cibran, Picasso, Sartre û bi sedan yên wek wan. Berhemên van kesan ne tenê navên neteweyên wan di dîroka cîhanê de bilind kirine, lê her weha bûne beshekî ji berhemên cîhanî û herdemî.

* * *

Rewsha siyasî ya gelê Kurd û bindestbûna welatê wan divabû nebûya sedema pashkevtina rewshenbîriyê. Li milê din, ne durist e ji rewshenbîrekî bihêt hêvîkirin ku her û her li dora mêlodiyeke yektone rabe dîlanê û xwe bihejîne, yan di heman gola herêmî de avjiniyê bike. Heye ku rewshenbîrek di kûraniya deryaya jiyanê de bi aramî avjiniyê bike, bêyî ku li ser ava wê çelpeçelpa milên xwe û qîrîna xwe bide bihîstin, û ne tishtekî seyr e ku shêweya avjiniya wî wî pêsh hinekên din bigihîne armancan.

Neteweya kurdî pêdiviyeke bêhempa bi “intelektuelan” heye, rewshenbîrên ku bi gotinên xwe, xebata xwe û bi afirandina berhemên bedew yên nerxbilind bikaribin bandoreke erênî li civatê bikin da ku endamên wê gavên bezatir ber bi sharistaniyê û jiyaneke xweshtir biavêjin û da ku van gavan wan hîn zûtir ji bin barê bindestiyê û ji nav tarîbûna sheva dirêj bigihînin qonaxeke di jiyanê de layiqî pesindanê, yan bi kêmasî layiqe jiyînê. Têkoshana neteweyî hêjayî pesindan û nerxdaneke bêyî hempa ye, ger bi xwe re civatê ber pêsh bibe û welêt wêran neke, lê ew bi serê xwe civatekê nagihîne armancên herî bilind. Rewsha bi dehan ji neteweyên li Asya, Afrîka û Amerîkaya Latînî vê yekê bash raber dike. Ma kê ji gelê Kambodyayê û yê welatekî wek Angolayê bêhtir têkoshana ji bo azadiyê daye? De çima gelên wan welatan nikaribûn li dû “azadiyê” jiyaneke aram û bextiyar bi dest xin?

Mixabin shûna erdnigarî ya welatê Kurdan ji bo aramiyê, asayishê û pêshkevtinê ne pirr guncav in. Ya rast rûdanên li wê herêmê diqewimin gellek caran li pêsh pêshkevtinê dibin asteng. Li milê din, li pêsh rewshenbîrên kurd gellek asteng û dijwarî hebûne û hene, wek nebûna demokrasiya resen, dûrbûna civat û rêxistinên kurdî ji erfên demokratî, kêmbûna xwendevanan, cudabûna alfabayan, nebûna zimanekî standard, kêmbûna rojname û kovarên rojane û heftane yên objektîv, bisînorbûna gengesheyên di nav rewshenbîran bi xwe de û gellekên din. Bi encama vê rewshê hejmareke ji “intelektuelên” Kurd xwe “îzole” kirine û bêdeng dimînin, yan xwe bi xwe sansor dikin û berhemên xwe bi sînor dikin.

Jêder: Rûpela Facebook a nivîskar

(wêne: jimwarren.com) image

İlginizi Çekebilir

Hurşit Külter’den açıklama

Hurşit Külter, halkın yoğun tepkisinden dolayı kendisinin gözaltında infaz edilmediğini söyledi 27 Mayıs 2016’dan bu …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir