Başlangıç / Dünya / Sekreterê Giştî yê NYê bi Barzanî re hevdîtin pêk anî

Sekreterê Giştî yê NYê bi Barzanî re hevdîtin pêk anî

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-mun û lijneya pê re li avahiya serokatiyê qebûl kir.

Barzanî bi Ban û lijneya pê re ya ku tê de Jîm Yong Kîmê Serokê Bankaya Dinyayê û Ehmed Mihemed Elî el-Medeniyê Serokê Bankaya Îslamê tê de ne re bi qasî saetekê hevdîtin kir. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî bû.

Ji ofîsa Barzanî di derheqê naveroka civînê de daxuyaniyeke nivîskî hate dayîn û hat gotin ku her du alî di dema hevdîtinê de li ser têkoşîna dijî DAIŞa rêxistina terorê, rewşa koçberên nava welêt ên ku ji ber pevçûnan mecbûr mane ku malên xwe biterikînin û li ser qeyrana aboriyê ya ku ji ber daketina mezin a bihayên neftê derket, sekinîne.

Di daxuyaniyê de cî dan gotinên Barzanî yên wekî :“Em di têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞa rêxistina terorê de ketin nav pirsgirêkên malî. Ligel vê me deriyên xwe ji gelek koçberan re vekirin. Ji bo ku em ji pirsgirêka navborî xilas bibin heta niha tu kesî destê alîkariyê dirêjî Herêma Kurdistanê nekir û hikûmeta navendî ya Iraqê jî di mijara koçberên nav welêt de peywira ku ket ser milan bi cî neanî.”

Barzanî li ser pêngavên reformê yên tên plankirin ku li Herêma Kurdistanê bêne avêtin jî sekinî û wiha axivî:

“Dê girêdayî hemû prensîb û pîvanên ku ji bo reformê hewcedar e, bimînin. Heke civaka navneteweyî destê alîkariyê dirêjî Iraq û Herêma Kurdistanê bike divê ji bîr neke ku di mijara têkoşîna li dijî terorê û koçberên nav welêt de barê herî giran li ser herêma Kurdistanê ye. Ji bo ku pêvajoya reformê bi ser bikeve û qeyrana aboriyê xilas bibe divê NY û saziyên alîkariyê yên navneteweyî yên din alîkariyên hewcedar bidin.”

Ji aliyê din ve Sekreterê Giştî yê NYê jî qal kir ku haya dinyayê bi pirsgirêkên ku Herêma Kurdistanê dikşîne heye û wiha axivî:

“Li herêmê ji bo ku aştî û îstiqrar pêk bê civaka navneteweyî dê piştgiriya xwe pêşkêşî Herêma Kurdistanê bike. Kesên ku li dijî DAIŞa ku ji bo hemû dinyayê xetereyeke mezin e li eniya herî pêş şer dike pêşmerge ne.”

zamankurdî

İlginizi Çekebilir

Diyarbakır’da 55 HDP ve DBP’li gözaltına alındı

Diyarbakır’da aralarında HDP ve DBP il eş başkanlarının da olduğu 55 kişinin gözaltına alındığı bildirildi. …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir