Başlangıç / Dünya / Stranbêjeke awistralî li ser Alan Kurdî stranek çêkir

Stranbêjeke awistralî li ser Alan Kurdî stranek çêkir

Stranbêjeke awisturalî ya bi navê Missi Higgins li ser Alan Kurdî yê 3 salî yê ku sala çûyî li Deryaya Egeyê xeniqîbû çêkir

Alan Kurdî, ew zarokê ku sala çûyî digel dê û kekê xwe xwestibûn ku derbasî Ewropayê bibin; lê mixabin bota deryayî serobino bûbû. Di encama vê seyaheta xeternak de Alan Kurdî, dê û kekê wî ligel gelek kesan jiyanên xwe ji dest dabûn. Stranbêj Missi Hissing straneke xwe li ser vî zarokê kurd amade kir û bi çavên bavê wî Abdullah Kurdî şîrove kir.

Starana bi navê ‘Oh Canada’ bi klîbeke anîmasyonî tê pêşkêş kirin û wêneyên ku zarokên penaber xêz kirine jî tê de tên nîşandan. Hate gotin ku derhata vê stranê dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên penaberan were xerckirin.

Çavkanî:sputniknews

İlginizi Çekebilir

Hurşit Külter’den açıklama

Hurşit Külter, halkın yoğun tepkisinden dolayı kendisinin gözaltında infaz edilmediğini söyledi 27 Mayıs 2016’dan bu …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir