Başlangıç / Genel / Tansu Çiller: Ez ê tiştên girîng vebêjim

Tansu Çiller: Ez ê tiştên girîng vebêjim

Serokwezîra berê û şahidê pêvajoya 28ê Sibatê Tansu Çiller, piştî bêdengiya 15 sala, dike tiştên ku zane bi Komisyona Lêkolîna Muhtira û Darbeyan re vebêje.

Seroka Komisyona Lêkolîna Darbe û Muhtirayan Parlementera AKPê Nîmet Baş, bi têlefonê li Tansu Çiller geriyaye û ew daweta komisyonê kiriye.

 
Çiller bi Serokê Komisyonê Nîmet Baş re gotiye ku, “Heta niha ez qet nepeyivîm. Cara ewil ez ê bipeyivim û tiştên girîng vebêjim. Di destê min de di vê mijarê de arşîveke xurt heye.”

Serokê komisyonê Nîmet Baş, kesên ku dixwazin guhdarî bikin, bîzzat bi wan re têlefon kiriye û ew daweta komisyonê kirine. Di vê çarçovê de bi Serokwezîrên berê Tansu Çiller û Mesut Yilmaz re jî têlefon kiriye.

Baş, bi Çiller re, “We heta niha tiştek negotiye. Hûn him mexdurê pêvajoya 28ê Sibatê ne him jî şahid. Em zanin ku, bi ronahîkirina vê pêvajoyê de têkariya we ê mezin bibe. Ger şahidên bi nêz ve ew pêvajoya jiyane nepeyivin nayê ronahîkirin. lazime em hemû desteka xwe nîşan bidin.”

Ez ê bi arşîva xwe ya taybet werim

 

Li ser vê dawetê Tansu Çiller, seroka komisyonê Nîmet Baş bersivandiye û gotiye ku, “Di vê mijarê de a ku dikeve ser milê min ez ê bikim.

 

Hûn qet meraq nekin. Niha ez ê derveyî welêt im, ku hûn bixwazin ez karim tavilê vegerim. Lê ku hûn hemûyan guhdarî bikin û herî dawiyê min guhdarî bikin, ê hîn bifeyde be. Heta niha di derbarê pêvajoya 28ê Sibatê de ez nepeyivîm. Cara ewil ez dike bipeyivim û tiştên girîng vebêjim.

 

Di destê min de arjîveke xurt heye. Ji bo vê hûn kesên din guhdarî bikin, ez ê ana gorî wê bipeyivim. Çimkî, ku wana çi ji we re vebêjin, ez karim bersiva gotina wan bidim. Ez sazkirina vê komisyonê girîng dibînim. Ez bawer dikim ku, em ê xebatên ku dîrokê ronahî bike bikin. Ez xweşhal im ku hûn seroka vê kimisyonêne.”

 

Serokwezîrê berê Mesut Yilmaz jî, bi Nîmet Baş re gotiye ku, ez beşdarî civîna komisyonê nabim. Heta niha ku min çi zanibû vegotiye. Ez ê pirsên komisyonê bi nivîskî bibersivînim.

Netkurd

İlginizi Çekebilir

ABD Cumhuriyetçi Parti Üst Düzey Yetkilisi: Bağımsız Kürdistan zamanı

Rûdaw TV’ye değerlendirmelerde bulunan ABD Cumhuriyetçi Parti üst düzey yetkilisi John R. Bolton, “Kürdler’e özgürlük istiyoruz ancak …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir