Başlangıç / Genel / Tirkiyê dixwaze derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe

Tirkiyê dixwaze derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe

Dewleta Tirkiyê mebesta xwe ya dagirkirina Rojavayê Kurdistanê aşkere kir. Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan bi zimanek vekirî û zelal ragihand ku ‘ji mafê wane mudaxeleya’ Rojavayê Kurdistanê bikin.

Serokwezîrê Tirkiyê piştî bidawîhatina Civîna Ewlekariyê bersiva rojnamegerên kanala 24’ê da. Erdogan di bersivdana pirsan de mebesta derbasûna ser xaka Rojavayê Kurdistanê aşkere kir. Erdogan diyarkir ew ê li beramber van guhartinên li beşê Rojavayê Kurdistanê dibin bê deng nemînin û got “Niha li deverên ku Esed ji Kurdan re hêlayî, ji hev re wisa dinivîsîn tu dibe qey dewleta Kurdistanê avakirine. Ne gengaze em bi germahî li PYD’ê ya hevalbend ligel rêxistina me a PKK’ê  ya terorîst re nêzîk bibin. Ev di nava hevkêşiya me ya nazik de cîh digire.” Erdogan her weha got ku ji bo ew rêveberiya Herêma Kurdistanê şiyar bikin Wezîrê Karê Derve dişînin Herêma Kurdistanê û weha pêdeçû “Li heftiya pêşiya em ezê Wezîrê Karê Derve bişînim başûrê Îraqê (Herêma Kurdistanê). Dê here wir hesasiyeta me ji cihên herî bilind re bibêje. Niha êdî rewş gihaye xalên pir cuda.” Erdogan der barê axivitina Serokê Herêma Kurdistanê de jî got ” Nêzîkbûnên ‘me perwerde da wan, niha me wan dîsa dişînin’ dide diyarkirin ku nîzêkbûn gihiştine astên cuda.” Erdogan bal kişand ser penaberên Sûriyê û piştgiriya dîtina hêzên muxalif yên Ereb kir ku van penaberin li Herêma Rojavayê Kurdistanê bi cîh bikin. Erdogan diyar kir û ew niha plan dikin 45 hezar penaberî bibin li wir bi cîh bikin. Hêjayî gotinê ye, Erdogan peyamek vekirî dide gelê Kurd ku ew ê destûr nedin Kurdên Rojava rêveberiya deverên xwe bikin û bigihin mafên xwe.

Avestakurd

İlginizi Çekebilir

ABD Cumhuriyetçi Parti Üst Düzey Yetkilisi: Bağımsız Kürdistan zamanı

Rûdaw TV’ye değerlendirmelerde bulunan ABD Cumhuriyetçi Parti üst düzey yetkilisi John R. Bolton, “Kürdler’e özgürlük istiyoruz ancak …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir