Başlangıç / Galeriler / Foto Galeri / Xezalên Bîdlîsê

Xezalên Bîdlîsê

Xezalên ku li Hîzana navçeya Bidlîsê tên xweyîkirin li Deşta Gaydayê dîmenên xweşik derdixin holê.

Li deşta ku her demsalê bi awayekî din dixemile li ser 3 hezar dolim erdî xezal tên xweyîkirin, xêncî xezalan gakuvî û hespên li wê derê jî eleqeyeke mezin ji tûristên ku tên gerê dibînin.

Heywan li çifligê bi awayê sirûştî tên xweyîkirin û dema ku dibe zivistan û berf dibare jî li ser xemla sipî didin çirtika û dîmenên xweşik derdixin holê.

Mehmet Taşê 78 salî yê ku ev demeke dirêj e li çifligê dixebite diyar kir ku ji bo dîtina xezal, gakuvî û hespên ereb gelek welatî tên çifligê ziyaret dikin.

Taş wiha got: “Xweyîkirina heywanan zor nîne. Lê belê zehf bilez direvin. Welatiyên ku tên vê derê wêneyên heywanên beyanî dikişînin. Nika li çifligê 5 xezal, 2 gakuvî û 4 hespên ereb hene. Em bi pergal van heywanan xweyî dikin. Li ser 3 hezar dolim erdî di nav rewşa sirûştî da dijîn.”

Foto: Şener Toktaş

Xezalên ku li Hîzanê tên xweyîkirin li Deşta Gaydayê dîmenên xweşik derdixin holê.Xezalên ku li Hîzana navçeya Bidlîsê…

Δημοσιεύτηκε από Gazete Kurd στις Τετάρτη, 17 Φεβρουαρίου 2016

İlginizi Çekebilir

Diyarbakır’da 55 HDP ve DBP’li gözaltına alındı

Diyarbakır’da aralarında HDP ve DBP il eş başkanlarının da olduğu 55 kişinin gözaltına alındığı bildirildi. …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir