Başlangıç / Kurdî / -Zilm û Zordestî-

-Zilm û Zordestî-

Dewleta Osmaniyan di hundirê xwe de gelek netewên cûda dihewand. Bi vî yekê re, pirzimanî, pirçandî, pirrengî hebû. Netewên ku dewletê pêk dianin, ji hêla pêşxistina nirx, ziman û çanda xwe ve rastî astengên tund nehatine. Dewletê derfetên baş daye van netewan.

Di serê sedsala 20. de, bi pêşketina tevgerên neteweperestiyê re,  di salên 1912-1913 şerê Balqanan de, 1914-1918 Şerê Cîhana Yekem’de dewletê gelek ‘erd winda kiriye. Li ser van ‘erdan gelek dewletên netew hatine ava kirin. Dewlet bi hilweşînê re rûbirû maye. Wek gelek bizavên ku dewletê ji hilweşinê rizgar bike, Jon Turkan jî bizava “Tirkîtî” yê bi pêşxistiye. Piştî vî pêngavê di  sazgehên dewletê de zimanê Tirkî bûye fermî, karmendên bi Tirkî zanin tê de cîh girtine. 1923 de bi avabûna Komara nû re,  asas û bingeh li ser “Tirkîtî” yê tê ava kirin. Tevê rê û rêbaz li gor van bingehan tê ava kirin. Hebûna nû, li ser tûnekirina ên din tesîs kirin.

Piştî van, dîroka Tirkan, ji nû ve tê nivîsandin. Serokê dewleta nû ketine di nav tevgerekî ‘ecêb. Gotin:“şaristanî ji Tirkan belav bûye. Koka şaredariyan tev Tirk in. Tirk bi ku ve çûne, bi xwe re medeniyet birine û hew.”

Bîrdoziyek nû derxistine hole. Jê re gotin ‘Kemalîzm’. Piştî zexm kirina ‘esl û esasan, berê xwe dan ên din û wiha gotin: “Gelên ku di bin ala me de, li ser ‘erdê me ne û ên ku hemwelatîtiya dewletê pejirandiye, Tirk e.” Êdi navên gelên bindest bû Tirk. Ên ku jar  bûn û nikaribin bi berxwebidin, Tirkbûnê qebûl kirin. ‘Eslê winda kirin. Ên qebûl nekirin jî, bûn armanca topên Tirkan. Yek ji wan gelên ku Tirkbûnê qebûl nekirin jî, Kurd bûn. Ji ber nepejirandina Tirkbûnê, dewletê bi her avayê, kir ku Kurdan biqelîne, ji nava refên dirokê, navê Kurdan winda bike. Pişt re dest bi politikayên qirêj kirin. Ên ku serî rakirin, bi rêya komkijiyê, qirkirinê bersiv dan. Ên ku man bûne armancê pişaftinên Dewleta Tirkan.

Dewletê di zagonan de wiha got: “ Ên ku bi rêya hemwelatîbûnê ve girêdayiyê dewletê ye, Tirk e. Zaroka diya Tirk û bavê Tirk, Tirk e.”      Serokwezirê Komara nû Îsmet Înonî wiha digot: “ -Bi gotinek zelal em neteweperest in û neteweperestî tenê rêgeza me ye. Li ber piraniya Tirkan, tu girîngiya ên din tune ne. Çi dibe bila bibe peywira me, di nav welatê Tirkan de, ên ne Tirk in, Tirkkirina wan e. Ên dijberî Tirk û Tirkitiyê ne, em ê ew ji holê rabikin. Ên ku xîzmetê bikin, ên em lê digerin li ser her tiştî Tirk û Tirkperest in.” Dîsa wezîrê dadmendiyê M. Esat Bozkurt di axaftinek xwe de: “ Ramanê min ê teqez wiha ye; bila heval û dijmin bibihîzin, efendiyê vî welatê Tirk in. Li welatê Tirka, ên ku Tirkê heqîqî nebin, bi tenê heqekî wan heye, ew jî heqqê suxrevanî û koletiyê ye.”

Ramana afirandina netewebûna Tirkan, li Kurdan asê bû. Kurdan qet van polîkayan qebûl nedikirin. Ji bo çareserkirina vî astengê,  rayedaran rêya înkar kirina Kurdan girtin. Bi gotinên (Tirkê Çiyayî, Tirkên Rojhilatî, Kurd tune, Tirkên ‘eslê xwe ji bîr kirine…) wiha bi awayekî fermî di nav vegotinên dewletê de cîh girt. Dû re tevî belgenameyên ji Osmaniyan mabûn, ên navneteweyî ên ku qala Kurd û Kurdistanê dikir, ji holê rakirin. Navê gund û bajaran kirine bi Tirkî. Li ser çiyayên Kurdan sloganê “Xwezî bi wî/wê kesê ye bêje ez tirk im. Tirkek berdêlê dinyayê ye.” Li derê dibistanan peykerê serokê xwe danîn. Ala Tirkan bilind kirin. Serê her sibehê bi zarokên vî welatê sirûdên netewî, sondên nijadperestî didane xwendin. Di dawiya sonda xwe de jî, “Hebûna xwe diyarê hebûna tirkan dikir in.”

Ji wî rojê heta îro zilma dewletê ranewestiye. Îro jî, ji ber nerazîbûna kirinên dewletê, dewlet li gund û bajarên Kurdan, zilmekî nedîtî dike. Berê dewlet gundan dişewitand, îro bajara dişewitîne. Berê dewlet mirovan bi dizî dikuşt, îro eşkere dikuje. Ên ku rastiyê dibêje diavêje zindanan. Li hember hêza wan çi derdikive bi hovane divemirînin. Ji ber ku dîsa nikare bi Kurdan. Dixwazin ku Kurd bi darê zorê ligel zilma dewletê, dîsa dewletê qebûl bike. Lê Kurd dewletekî ku hebûna nasnameya wan zimanê wan,çanda wan, dîroka wan, zilm û zordestiya li ser serê wan, pirsgirêka wan a bi salan e didome nasnake, napejirîne, Kurd jî ne zimanê wî dewletê, ne zagonên wî dewletê, ne ala wî dewletê tu tiştekî qebûl nake. Ne mecbûr e jî…

İlginizi Çekebilir

Hurşit Külter’den açıklama

Hurşit Külter, halkın yoğun tepkisinden dolayı kendisinin gözaltında infaz edilmediğini söyledi 27 Mayıs 2016’dan bu …

1 Yorum

  1. Hüseyin Koçuk

    Destê te sax bibe.

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir