Başlangıç / Manşet / Zimanê Kurdî û Zarok Tv

Zimanê Kurdî û Zarok Tv

Zimanê Kurdî li ser axa Kurdistanê hêşîn bûye û xwe berdaye nava dilê miletê Kurd.

Carnan li Mahabadê bû azadî û serxwebûn, carinan li çarçirayê hat dardakirin,  carinan li Raniyê bû raperîn,  carinan li Helepçê bû qêrîn, carinan li Şengalê bû êzidî, carinan li Dêrsimê li Gelîyê Zîlan hat qetilkirin. carinan li Roboskîyê bû perçe perçe, carinan li dû panzerê bû Lokman , carnan li nava kolanên Cizîra Botan bû dayika Taybet, carinan bû Qasimlo û hat înfazkirin , carinan bû Qazî Mihemed û bû xwedî dewlet, carinan bû Melle Mistefa Barzanî bi berxwedanî bû hêvî, carinan bû Şêx Seîd  û bû bawerî, carinan bû Mem û bi evînî xwe berda nava dile Zîn.

Carnan bû Başûr û bi dilgermî destê xwe dirêjî Bakur kir, carinan bû Rojhelat û bi şewqa xwe Rojava germ kir,

Carna bû şerefxanê Bedlîsî û bi dîroka xwe ket nava  Şerefnamê , carinan li ser zimanê Melayê Cizîrî bû Dîwan…

Her dem bû Kurdistan û qêrîn kir got: bijî Kurdistan bimre Koledar!

Lê mixabin îro dîsa fermane li ser zimanê me Kurdan

Li Kurdistan a Bakur Qenalê Kurdan yek bi yek tên girtin . Îro dîsa tê fêhm kirin ku bingeha azadîya Kurd bi zanîna zimanê Kurdî ye. Dewletên neyarên Kurd, vî tiştê baş dizanin û li gorî sîstema xwe dest didin ser qenalên Kurda. Qenalên weşanê xwe bi Kurdî dikirin çend roj bere hatin reşkirin.

Azadî tv, Jîyan tv, Zarok tv di nava van qenala da bûn. Zarok tv li ser navê xwe weşanê xwe ji bo zarokan dikir lê mixabin ev tişt jî ji zarokên me re pir dîtin. Ji xewnên zarokên me ditirsin , ji çîrokê zarokên me ditirsin, ji kenê zarokên me ditirsin û îro jî ji qenalê zarokên me ditirsin.

Ew jî baş dizanin ger zarokên me li ser zimanê xwe hêşîn bibin paşê nikarin pêşîyê li ber azadî û serxwebûna zarokên me bigrin. Armanca sîstema tirk dîyare ku pêşîyê li zimanê Kurdî bigre.

Zimanê me  dîrokîye , zimanê qêrîn û duayê dayika Kurd e. Zimanê hêvîya azadîya Kurd e. Ti car wenda nebû û nabe.

Lazime ku em bi dil û can hemî xanîyên Kurd, hemî kolanên Kurd û hemî bajarên Kurd bikin Zarok tv .

Bêxwedîtî derdek girane. Dewletek me jî hebûya  wê xwedî derketiba li zimanê me, çanda me , zarokên me û axa me . wê xewnê zarokên me bi hêvî û azadîyê bixemilandina.

Ahmedê Xanî li ser bêdewletbûnê  got:

Ger dê hebûya me serfirazek
Sahibkeremek suxennewazek

Ger dê hebûya me padişahek
La‘iq bidiya Xwidê kulahek

Te‘yîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek

Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek

Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane derê ji destê le‘îman

Xalib nedibû li ser me ev Rûm
Nedibûne xirabeyê di dest bûm.

 

 

Hêvî û bawerî pêşeroja me azad bike înşellah…

wê roj were bibe roja zarokên me …

 

Ferhat Şivan

İlginizi Çekebilir

Demirtaş’a hakaret eden AKP’li Kocabıyık Meclis’te protesto edildi

  TBMM 15 Temmuz Darbe Girişimini Araştırma Komisyonu’nun bugün gerçekleşen toplantısında, Halkların Demokratik Partisi (HDP) …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir